• BIST 100.237
  • Altın 280,080
  • Dolar 5,7344
  • Euro 6,3129
  • İstanbul 20 °C
  • Ankara 15 °C
  • Van 17 °C

Bi Zimanê Dayîkê Perwerde Mafekî Bingehî ye

Bi Zimanê Dayîkê Perwerde Mafekî Bingehî ye
Platforma Öze Dönüş'ê bi minasebeta 21 Sibatê ku roja Zimanê Dayîkê ye daxuyanîyek belav kir.

Bi Zimanê Dayîkê Perwerde Mafekî Bingehî ye

     Di 21 Sibata 1952ê de ji bo zimanê dayikê bê naskirin xwendekarê Bangladeşê li hember rejima Pakistanê serî hilda û ji wan hinekan jiyana xwe wenda kirin. Roja 21’ê Sibatê roja zimanê dayîkê ya navneteweyî ye. Roja têkoşîn û parastina mafê zimanê dayîkê ye. Ev roj roja li hemberî rejîmên desthilatdar, dagirker û zaliman e. 47 sal piştî vê bûyarê ji aliyê Rêxistina Yekîtiya Miletan ya Perwerdê, Zanyarî û Çandê (ÛNESCO) ve di 1999ê de wekê roja zimanê dayîkê hat qebûlkirin û cara yekem di 21ê Sibata 2000’î de hat pîrozkirin

     Li bakûrê Kurdîstanê Kurd li welatê xwe ji mafê perwerdeya bi zimanê xwe, mahrum in.  Demeke dirêj, zimanê kurdî li gorî qanûnên dewleta nijatperest qedexe bû û kurdan ji ber wê qedexeya dijwar gelek zor û zehmet kişandin.

     Piştî ku hikûmeta AKP’yê bu desthilat hinek qanun guherîn û di van salên dawîyê de qedexeya li ser ziman hat rakirin. Hikûmeta AKP’yê, kanaleke televîzyonê ya bi kurdî TRT 6 vekir û dîsa hinek televîzyonên teybetî bi Kurdî dest bi weşanan kir.   Li hinek unîversîteyan beşên kurdî vebûn. Li pêşîya çapemenî û weşana Kurdî tu astengek nema lê ji hêla fermi de zimanê kurdî û perwerdeya li dibistanan de tu guherandin û reform nehatin çêkirin; iro bi tenê di dibistanên teybetî de bi zimanê dayîkê perwerde serbeste lê ji bo vî ya jî tu bazara ziman tune

     Herwekî tê zanîn ku mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî navnetewî ye û ev maf hem ji alîyê yekîtîya milletan ve û hem jî ji alîyê peymanên navnetewî ve hatîye garantîkirinê. Ev jî tê zanîn ku Dewleta Tirkan heta niha bi navê dewleta xwe gelek peymanên navdewletî yên di warê perwerdeya bi zimanê dayîkê û mafên zarokan de îmze kirine. Lê dewleta Tirk ev tişt ji xwe re kiriye edet ku îmzeyê davêje binê peymanan û şertê van peymanan nayne cî. Rehê dewletê yê nîjatperest ku li ser asîmîlasyonê ava buye, vî mafî ji tu gelî re minasib nabîne.

     Serokwezîrê Tirk Recep Tayyib Erdoğan asîmilasyonê wek sûcekî însanî dibîne û ji bo vî mafî hem bi dewletên Ewrupan re û hem jî li Bulxarîstanê, Yunanîstanê, Kosovayê, Makedonyayê û Kibrisê ji bo mafên gelê Tirk tekoşînek dijwar dide. Serokwezîrê ku ji bo gelê xwe wusa tekoşîn dide, dema dor tê ser Kurdan, van gotinên xwe teva ji bîr dike û qala yek dewletê, yek milletê, yek alayê û yek zimanî dike.

     Mafê zimanê dayîkê hem mafekî însanî û hem mafekî Îslamî ye. Ev maf bi tu awayî nayê nîqaşkirin. Lewra Xwedê teala di Qur’ana pîroz de wuha ferman dike, dibêje: “Xuliqandina erd û asîmanan û cudabûna reng û zimanên we jî, ji ayetên wî ne. Bêşik di vêya de ji aliman re îbret hene. (Rûm:22)” Yani wek her zimanekî zimanê Kurdî jî ayetekî ji ayetên Xwedê ye û yên vîya înkar bike û ji perwerdehîya wî re bibe asteng ji ayetên Xwedê re dibe asteng. Dîsa di sûretê Hucurat ayeta sêzdemîn de Xwedê teala wuha ferman dike dibêje: “Gelî mirovan! Bi rastî me hûn ji mêr û jinekî xuliqandin û ji bo ku hûn hevûdin nas bikin, me hûn kirin qewm û qebîle. Bi rastî li bal Xwedê birûmet û hêjayên we, yên pirr bi xwedî teqwa ne. Bêşik Xwedê, zana ye û xeberdar e. (Hucurat:13) Wekî ku Xwedê Teala di Kitêba xwe de ferman dike ziman nasnama millet û qewman e. Ger tu zimanê wan qut bikî tu nasnama wî û hebuna wî jî qut dikî ku evya li dijî sunnetullahê ye. Xwedayê zulcelal di surêtê İbrahîm de jî wuha ferman dike dibêje: “Ji bo ku (emrê Xwedê) ji wan re baş beyan bikin, me hemû pêxember bi zimanê qewmê wan şandine.” (Îbrahîm:4) herwekî di vê ayetê de jî eşkera dibe tu muqadesa zimanekî tune û her ziman ji bo ji hevudin famkirinê ye.

     Li ser van xisûsên İnsanî û Îslamî em roja zimanê dayîkê li hemû gelên Cîhanê, bi taybet jî li gelê Kurd ên bindest û belengaz pîroz dikîn. Em bang li hemû gelê xwe dikîn ku ew li her derê li zimanê xwe xwedî derkevin, bi Kurdî biaxivin, bixwînin, binivisînin û bifikirin

     Zimanê me nasnama me, nasnama me jî rûmeta me ye. Li rûmeta xwe xwedî derkevin.

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
Diğer Haberler
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Öze Dönüş | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : Van Öze Dönüş Der Tlf: 432 212 10 18 | Haber Scripti: CM Bilişim