• BIST 8715.56
  • Altın 2240.804
  • Dolar 32.337
  • Euro 35.1052
  • İstanbul 12 °C
  • Ankara 6 °C
  • Van 3 °C

Nirxandinek Li Ser Helbesta ''Ez û Jîyar'' Ya Li Ser Helepçeyê*

Mihemed FERAŞÎNÎ

 

Hawara mine Xudêyo! Çend zore imtihana daybaban li gel biçukan! Dil ku qet qet nabît, agir çawa di carekê da nasojît dilên bi rehim yên daybaban?  Biçuk ji sirê, biçuk ji birsî bunê li pêş çavên daybaban bihelhin?…

            

                Wekî tête zanîn li Başur di demê şerê / operasyona Enfalê ( Enfal navê sureyeke Qurana Kerîme u tête maneya 'ganîmeti'. Seddamê xwînxwar di vê operasyonê da mal u can u namusa kurda bo ereba kiribu ganîmet.) da di sad hizar (200 hizar) kurd hatine kuştin. Bi milyonan kurd ber bi hidudê Tirkiyê ve revîn. Di wextê revînê da bi hizaran mirovên xalîxerez di rê da qerisîn, bi ber avê keftin, ji birsa da qir bun, bi ber dahba keftin, di çiyan da firîn. Bi milyonan kurd bu koçber, bi dinyayê keft. Hinde kes bi reva xwe ra negihiştin.

Em dê di vê gotara / nirxandina xwe da li ser helbesta Jaro Dihokî ya bi navê ''Ez u Jîyar'' sekinin. Helbest serbest hatiye nivîsîn. Mijara helbestê li ser Enfalê ye. Helbestvan Jaro Duhokî di derheqê helbestê da hoke dibêjît:

''Hozana min “ez û jîyar“ çîroka hevalekî min yê enfal bûye. Ew û kurê xwe ji Ava Şînê derbas dibin, jina wî û kur û keça wî dimînin li rexê din û hêriş li ser da tê. Eve danûstandina di navbera wî û kurê wî ye''.

Helbest hoke destpê diket:

Li ordîgeha cejnekan
Li dozexa bê av û nan
Li Bajarê sêwî û kinciran
Bîkêt cilkêt reş kar dikirin
Zava dibirine parastina û
Egal li ser serî rêz dikirin

Hizir dikirin
Eger hizar ser jê kirin
Hizar hizar berze kirin
Kurd dimirin
Lê ji bîr kirin
Kurd ji mirinê mezintir in
Ji sêdara bilindtir in
Ji qamçîya û ji lêdana mukumtir in...

Helbestvanê me di nava 2 hestan da ye: serhildêrî u bêhîvîtî. Di wê baweriyê da ye ku kurd bi kuştin u berze kirinê xelas nabin u seri jî naçemînin li hemberî zilmê. Hestên xwe yên serhildêriyê hoke bi lêv diket helbestvanê gewre:

'' Hizir dikirin
Eger hizar ser jê kirin
Hizar hizar berze kirin
Kurd dimirin
Lê ji bîr kirin
Kurd ji mirinê mezintir in
Ji sêdara bilindtir in
Ji qamçîya û ji lêdana mukumtir in...''

Ji bo serhildêriyê ji van gotinan zêditir gotin ne hewce ne.

Helbestvanê me ji aliyê dî ve gele yî bêhîvî ye. Bêçaretiya xwe li hinde cihan hoke bi lêv diket:

'' ...Bawer nakem em bibînîn
Ji evro pê ve
Ez nizanim
Caşa girtin
Gurga xwarin
Avê birin
Yan goristana hingaftin''...

''.... Babo Jîyar
Hêrişa zilmê hêrîşeke zor giran e û
Miletê me
Yê bê kes û bê xwedan e''...

Helbesta me di rastiyê da rewşa kurdên Başur yên enfal buyî weke tabloyekê diînîte pêş çav. Trajediya kurdên Başur peyv bi peyv li edebiyata Kurdî u Dinyayê nexş diket. Helbestvan berpirsyariya xwe ya li hemberî civatê diînîte cih u şahidiya civata xwe diket.

Babo Jîyar, Dayîka te,                                                                                             

Kiçûl û Hejar 
Mane bi rê ve
Bawer nakem em bibînîn
Ji evro pê ve
Ez nizanim
Caşa girtin
Gurga xwarin
Avê birin
Yan goristana hingaftin

 

Bab u kur ji çemi derbas bune belê yên dî mane di destê dijmini da, dijminê xwîxwar.  Bêhêvîtî pêl bi pêl têt. Çi hîvya xelas bunê bo yên di pişt da mayî nîne. Belku cehş wan bigirin, belku dahbe wan bixwen, belku jî ber bi çemên boş bikevin. Belê qet xelasî nîne. Helbestvan di taristanê da ye.

 

Bes bike girî
Bes bêje min:
Ka dayka min
Ev çend e şîr nedaye min?
Ha çi nema em dê gehîne çiyayê Şirînê
Zom û bayêt feraşînê
Derbeder li wêrê dimişe ne
Paşî şîr nabîtin xem e

 

Heke qiyamet rabît biçuk di xema şîrê daykê da ye, di xema nafsa xwe da ye. Heke dayik bikevîte destê cehşa, heke dayik bikevîte talka dijmini, heke av dayê bibet. Heke dahbe xwe li daykê biden. Xem tinê şîrê dayê ye. Belê yî heqe di vê dinyaya sar u seqem u bêrehim da çi tişt ji şîrê dayê gerimtire? Çi ji ber singê daykê gerimtire bo biçukekê xalîxerez? Germa kîj sobê, germa kîj roja havînê ji ber singê dayê gerimtire?

Heke bab xelas bu, xwe gihande zozanêt Feraşînê hingê şîr mişe ye, belê ka germa şîrê dayê, ka germa hejêkirina dilê dayê! Ax babo, ax min ne xapîne, li vê dinyaya sar ez dê ku li şîrê li ser agiri gerim buyî kem? Ma kelekela zilmê dilê me nekeland? Ma agir ji tifekên dijmini neçon? Kê dîtiye mirov bi agiri ve gerim bît!

‘’Babo Jîyar
Hêrişa zilmê  hêrîşeke zor giran e û
Miletê me
Yê bêkes û bêxwedan e…’’

Zilma Sedam şibya avşutkên nîsanê bi ser kurda da hatin. Çi kes u çi pişta kurdan jî nebu. Kurd bê kes bun, bê xudahin  bun. Mabune li ber qanuna gurgan. Veca hizar u neh sad u heştê u heştê Sedam fermana kurda rakir. Kurd bune mihacir u bi dinyayê keftin çilê zivistanê.

‘Hawar dikim 
Mirovnasa kesê hay ji dengê me nîn e
Ew xema me ya kesê nîne…’

Divê dinyayê da kê haj kurdê bêkes u bêxuahin heye? Kurd xudahni xwe dernakevît. Kurd di axa xwe da ne yî tifaq e. Kê haj kê heye? Bab u kal dibêjin: ‘Çavê li derî xwelî li serî’. Belê miletê ku tinê dersê ji dîroka xwe nawergirît kurd in.

Hawar hawar
Kê dîtîye
Milletek çend milyon mirov
Li  çol û çîya bibine hov….

Miletekî bê tifaq, miletekê di nava xwe da ne êk! Raste,di dinyayêçi çavan bi serê xwe nedîtine ku miletekî çend milyon di axa xwe da bibîte êxsîr,bibîte xulam,bibîte tapeser. Hima bejê hemi miletên dinyayê şerê rizgariya xwe dan u ala serxwebunê bilind kirin. Dijmin bin ax kirin. Her miletek bi ala xwe bi azmanê xwe yî azad e. Bele kurd!?

Hawar hawar
Kê dîtiye 
Jin û mêr jêk bêne berdan
Bê dadgeh û mela û xwedan

Heke ti ne hakimê mala xwebî, heke ti di mala xwe de tifaq nebî,heke ti mala xwe birêve nebey, ti dê keviye ber pêlên zilmê. Hirç u hov dê kevine mala te. Veca qanuna wan çi bît ti dê ew bî.

''...Hawar hawar

Kê dîtiye 
Zarok bi jehrê xwedan bin 
Zerî hêj kiç zik giran bin
Hawar hawar
Kê dîtîye
Pistal biryara diçespînin
Mişk pilinga xendiqînin...''

Di cihê bindestiyê da çi mafê te nîne. Ti li ber emrê dagirkeri yî, kanuna wi çi bît ti dê wê key. Biçukê te dê çîte ber destê wi. Dê li ber deste wi mezin bît. Dê mala wi da mezin bît. Dê hemi tiştêwi şibya dagirkeri bît: girya wi, xewna wi, hejêkirina wi, kerbên wi…her tiştê wi. Rojdê êt biçukê te, canê/a te dê bi çavê dagirkeri berê xwe dete te. Kurd ne şibya çuha wa ne. Di nav wan da Musa mazin nabin, Birahîm jî carekê hat. Musayên wan nînin ku qesra dijmini bi seri da binine xwarê. Ew Musa ku di qesra zalimi da mazin bu belê rojek hat gote xudahnê xwe:  An zilmê li van neke an ewan bide min. Bi çavê dagirkeran ne bi çavê mezluman bere xwe da miletê xwe….

Hawar hawar 
Kê dîtîye
Zava ji birsê, zava ji tirsê
Nebît zelam
Û jin ji şermê û rîsatîyê 
Nebît xanim
Nebît medam
Û Zuhakê çerxê bîstê bibît sedam

Qedera miletekî bindest, qedera tepe seran. Her tiştekî wan yî kêm e. Pêşe roja wan nîne. Dijmin, dagirker kengî bixwazît dişêt malê xirab biket, welati talan biket. İst li ber dagirkeri yî çemya ye. Hikim di deste wi da ye. Dagirker kengî bixwazît dê bajaran talan ket, jiyanan serubin ket. Bo talan kirina dagirkeri hecet gelekin, tine bila niyeta wi hebît. Dagirker dê mahrê jî xirab ket, xeyalan jî bajaran jî…

‘Binive babo
Binive babo
Çinyeka nanî me mabû
Ew jî kîfkoyê lêda bû


Hawara mine Xudêyo! Çend zore imtihana daybaban li gel biçukan! Dil ku qet qet nabît, agir çawa di carekê da nasojît dilên bi rehim yên daybaban?  Biçuk ji sirê, biçuk ji birsî bunê li pêş çavên daybaban bihelhin?…Ax hawara min Xudê ye! Çi nîne ne hatiye serê vi mileti…Biçuk birsî bibin çi ji daybaban neyêt, biçuk cemidît u deybab teybîrekê nebînin! Ax dê hima bila daybab hizar caran bimirin ne ku li dev biçukêt xwe bê çare bin.Xudê! ‘imtihana me gele ye giran e. ti harîkarê hemi bindest u hejaran be.….

‘Binive babo ha çi nema
Em di gehîne sinorî
Û ew heftiya ser me borî
Nahite ve’’…

Binive kurê min binive, ez gohrî te bim. Xwe bigre, babo nehêle li vê dinyaya sar u seqet. Heke hejêkirina te jî nebît kîj germa dinyayê dê dilê min bi hidaret ket! Ez gohrî bim xwe bigire, belku ev roje biçin u neyên. Sarma hima ev çend roje bin….
 

Hosa gelo
Jîya rnivist
Binive binive û
Bi kizgiryok , çû beheştê
Çîroka wî jî eve bû
Li heştê û heşt

Bi kizgiryok, birsî, têhnî ço beheştê jîyar. Em helan u ço ji vê dinyaya sar. Em man , em nebirine li gel xwe. Binive babo, binive, ez gohrî te bim. Çavên xwe bigre, nebîne vêzilma dinyayê. Me gele tişt bi serê çavê xwe dîtin. Çi nema ku nehatiye serê me. Bele ti nebine, me têra xwe dît.Çîroka te li verdi xelas dibît, ti ji dinyaya zalim xelas dibî, em jî dê diqîra xwe da kelin. Bi xêr biçî kurê min. Oxira te ya xêrê bît. mehkema te u ya zaliman ma roja qiyametê. Bila milyaket te bibene beheştê hita wê rojê. Bila zalim jî li hîvya roja mehkemeya mezin bin…

Vêca em metnê helbestê bibînin:

       Ez û Jîyar

Li ordîgeha cejnekan
Li ordîgeha cejnekan
Li dozexa bê av û nan
Li Bajarê sêwî û kinciran
Bîkêt cilkêt reş kar dikirin
Zava dibirine parastina û
Egal li ser serî rêz dikirin

Hizir dikirin
Eger hizar ser jê kirin
Hizar hizar berze kirin
Kurd dimirin
Lê ji bîr kirin
Kurd ji mirinê mezintir in
Ji sêdara bilindtir in
Ji qamçîya û ji lêdana mukumtir in

Babo Jîyar, Babo Jîyar
Dayîka te, Kiçûl û Hejar 
Mane bi rê ve
Bawer nakem em bibînîn
Ji evro pê ve
Ez nizanim
Caşa girtin
Gurga xwarin
Avê birin
Yan goristana hingaftin

Bes bike girî
Bes bêje min
Ka dayika min
Ev çend e şîr nedaye min
Ha çi nema em digehîne Çîyayê Şirînê
Zom û bayên Feraşînê
Derbeder li wêrê mişene
Paşê şîr nabîtin xem e

 

Bes bêje min babo sar e
Sireka dijwar e û har e
Bes bike girî
Ew saçima serê min birî
Min nakûjit
Devî veke
Xwîna ji serê min dipeşîtin hêdî fir ke
Jê ne tirs e
Ev e şîrê sipî ye
Ev e şîrê sipî ye
Sor bûye
Çonke babo
Kawdana sor e spî kirin
Sipî sor kirin

Babo Jîyar
Hêrişa zilmê hêrîşeke zor giran e û
Miletê me
Yê bê kes û bê xwedan e

Hawar dikim 
Mirovnasa kesê hay ji dengê me nîn e
Ew xema me ya kesê nîne

Hawar hawar
Kê dîtîye
Milletek çend melyon mirov
Li çol û çîya bibine hov

Hawar hawar
Kê dîtiye 
Jin û mêr jêk bêne berdan
Bê dadgeh û mela û xwedan

Hawar hawar
Kê dîtiye 
Zarok bi jehrê xwedan bin 
Zerî hêj kiç zikgiran bin

Hawar hawar
Kê dîtîye
Pistal biryara diçespînin
Mişk pilinga xendiqînin

Hawar hawar 
Kê dîtîye
Zava ji birsê, zava ji tirsê
Nebît zelam
Û jin ji şermê û rîsatîyê 
Nebît xanim
Nebît medam
Û Zuhakê çerxê bîstê bibît sedam

Binive babo
Binive babo
Çinyeka nanî me mabû
Ew jî kîfkoyê lê da bû

Binive babo ha çi nema
Em digehîne sinorî
Û ew heftiya ser me borî
Nahite ve

Hosa gelo
Jîyar nivist
Binive binive û
Bi kizgiryok , çû beheştê
Çîroka wî jî eve bû
Li heştê û heşt

                                                                                 Jaro Duhokî 


ÖZE DÖNÜŞ DERGİSİ SAYI 8

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Bu yazıya henüz yorum eklenmemiştir.
Yazarın Diğer Yazıları
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Öze Dönüş | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : Van Öze Dönüş Der Tlf: 432 212 10 18 | Haber Scripti: CM Bilişim