• BIST 103.072
  • Altın 272,126
  • Dolar 5,6668
  • Euro 6,2796
  • İstanbul 23 °C
  • Ankara 25 °C
  • Van 22 °C

XWANDIN

Mihemed FERAŞÎNÎ

 

Mihemed FERAŞÎNÎ

 

 

 

XWANDIN

(Çîrok)

 

 

Dîsa saleke nu destpêkiri bu, bo hîviyên nu kulîlk dayî. Bab u kalan digot:  ‘’sal bi sal xwezî bi par’’ belê hewce ba  Bilal li hemberî hemi zehmetî u feqîrîyan li ser piyan maba u xwandi ba.

Bilal li mala mamê xwe yê li bajêri  dima ji ber mektebê. Mala Bilal  ye li gundi bu.  Mamê wi bi xwe  jî gele yî dest tang bu. Belê ji bilî mayîna li mala mamê wi çi çareyên dî nebun. Mamê wi u jin mama wi jî gele hej wi dikirin. Çimkî Bilal mirovekî nivêjker bu, rast, dirist bu. Pazde salî bu belê aqlê wi yê mirovekî zana bu. Di wi emri da çi caran  nivêjên wi nediçon. Şohlê wi bîst u çar seetan xwandin bu. Derd u kula wi xwandina kitaban bu. Belê gele caran jî bo xwandinê kitab bi dest nediêxistin. Çimkî pare nebun bo xwe kitaba bikerît.

Bilala rojên dişembîyê u sêşembiyê rojî digirtin ji ber sineta pêxemberê me.Çi caran direw nedikirin.Hindî ku kitabên îslamî dixwandin zêdetir hej dînê xwe dikir.Çêtir pêxemberê me fahim dikir.

Bilal piştî mektebê diço nivêjê li mizgeftê. Nivêjên xwe jî hindî  ji desti dihat bi cemaate dikirin. Civata mizgeftê jî gele hej Bilal dikir.Kesên di emrê Bilal da li ber televizyonê bun, li leyzê bun.hekedaybaba negotibanê belku dersên xwe jî nekiri ban. Belê çi kesê çi caran  negote Bilal eve riya te ye an tiştekê bike. Bilal bi xwe dizanî dê çiket.Bilal cihê piyê xwe baş dizanî.

Li mizgeftê Bilal dest avêtibu xwandina Quran'ê jî.Piştî nivêjê, melayê mizgeftê dersa Quranê dida Bilal.Rojên eyniyê dersa Quranê nebu ji ber nivêja eyniyê. Bilal bo xwe digot:

  • Xwezî roja eyniyê jî ders heba. Ez çend dersê wergirim ez dê quranê baştir zanim.

Bilal gele hej xwandina Quranê dikir.Ji xwe di emrê xwe da ewilkî herfên erebî zanîbun.Anku bi herfên erebî dest avêtibu xwandinê.Belê piştî ku mela ji gundi çoyî dest ji xwandina Quranê berda bu. Çimkî çi kes nebu dersa Quranê bidetê.Bilal ji dest berdana Quranê gele ditirsiya.Çimkî bi dîtina wiQuran nexwandin gele guneh bu. We nîşa wi dabun.

Bilal vê carê dixwast Quranê xitim biket.Ji ber hindê gele hej dersa Quranê dikir.

Bilal da dîsa dişembiyê bi rojî bît u roja dişembiyê jî mekteb hebu. Roja êkşembiyê kitab keftibu destê Bilal. Hevalekî wi kitab dabuyê. Kitab li ser pêxemberan hatibu nivîsandin.Dema berê xwe da naveroka kitabê, kitab gele ço xweşiya Bilal.Di kitabê da jiyana hemi pêxemberan hebu.Ji Adem pêxember bigre hita Mihemed pêxember (s.x.l).  Kitab nêzîkê heft sad pera bu. Di dilê xwe da got:

  • Bi izneha Xudê ez dê vê kitabê di çend rojan da xelas kem. Ma şohlê min çiye. Dema ez gihişti me malê ez dê dest pê kem.

Perên kitabê bi keyf têkve dan.Bêhin kire perên kitabê.Bêhna misk u emberê ji kitabê dihat. Keyfa wi zêdetir bu. Ji nihe ve tama xwandinê wergirt.

Bilal dema gihişte malê piştî ku nan u penîr xwar u çayek jî bi serda kir dest avête xwandina kitabê. Ji xwe dema nan jî dixwar çavekî wi li kitabê bu. Dema nanê xwe xwar ço destavê destnivêja xwe girt bo nivêja êvari. Bo nivêja êvari hêj gele mabu belê dixwast  amade bît. Ji ber kitaba heyata pêxemberan jî dixwast bi destnivêj bît. Dest nivêja xwe wergirt u bi xewliyê dest u çavên xwe ziha kirin. Kitab da destê xwe u palê xwe da balgihi u dest avête xwandina kitabê. Keyf keyfa wi bu. Bo Bilal  di dinyayê da tiştê  xweş xwandina kitabê bu. Vêca heke kitabeke îslamî ba ji keyfada pir dida.

Bilal bi keyf dest bi xwandina kitabê kir.Bi êk u êk perên kitabê diborandin.Hind di nav perên kitabê da berze bubu hal bangê nivêja êvari nebubu.Nivêja êvari ya civatî ji desti çobu.Xemgîn bubu. Kitab dana ser mînderê. Rabu nivêja xwe kir. Piştî nivêja xwe bi dilekî xweş kir u dia kirin dîsa runişte cihê  xwe dest bi xwandinê kir dîsa. Bilal dîsa kefti bu nav perên kitabê.Bi keyfxweşiya pêxemberên xwe keyfxweş dibu. Li gel pêxemberan dikenî li gel pêxemberan digirî. Dema zilma li pêxemberan hatiye kirin xwand rohindikên çavên wi xwe negirtin. Dema jinmama wi ew rohindik dîtin dilê wê soht, nezanî dê çi ket, çi bêjît. Çavê wê li Bilal bu. Belê Bilal haj çi tişti nebu. Ew bi xemên pêxemberan u bisilmanan xemgîn bu. Heke qiyamet rabuba Bilal hajê  nedima. Qet haj jinmama xwe nebu, hita haj rohindikên xwe jî nebu.Hind di nav kitabê da berze bubu. Çavê jin mama wi lê bu belê ewi hajê nebu. Jinmama wi zanî ku Bilal haj çi tişti nîne. Xwe negirt ji Bilal pisyar kir bi dengekî bilind:

-Xêr bît Bilal, ti bo çi digirî, tiştek qewimiye?

Jin bira wi di emrê xwe da  cara ewilkî didît ku mirovek kitab di desti da hinde ji dil digirît, bêdeng rohindikan dibarînît. Gelo Bilal ji ber çi digirî.Qatê evîndar bubu. An tiştek hatibu serê wi. Jinmama wi nedizanî dê çiket.

Bilal dema dengê jinbira xwe halê bu hate ser hişê xwe. destên xwe birine rohindikên xwe, paqij kirin. Zanî ku jinbira wi nêzîki wi ye u pisyarekê jêdiket.  Belê pisyar fahim nekiri bu. Got:

  • Çawa jin mamê, qusurê efu bike, guhê min nemali te, te çi got min fahim nekir?

Jinmama wi gotê:

  • Min got ti bo çi digirî, tiştek qewimîye?

Bilal ji ber vê pirsê ji xwe şerim kir. Çavên xwe dîsa ziha kirin. Nezanî dê çibêjîte jin mama xwe. Hind di nav perên kitabê da berze bubu, haj xwe nemabu. Bi ruyekî şermîn got:

  • Çinne jinmamê, ez nagirîm, ji ber xwandina kitabê çavên min rohindik jê tên. Elhemdilîllah keyf keyfa min e.

Jinmama wi bawer nekiri bu belê nexwast Bilal zêde tahgav biket. Got:

  • Başe, min jî got qatê ti digirî. Ez bo te çayekê bînim..

Jinmama Bilal gele ye baş bu. Xwe têkil şohlê çi kesê nedikir.Gele hej Bilal jî dikir.Şibya kurekê xwe hej Bilal dikir. Çi xeletiyên Bilal nedîti bun…..

Bilal xwandina xwe  ya kitabê dewam kir, dîsa kefte nav rupelên dîroka pêxemberên tevhîdê. Wê rojê qet neşiyabu ji cihê xwe bilivît. Nivêj u xwarin xaric ji cihê xwe neliviya bu. Wê rojê nivêjên mexreb u eyşa li mala xwe kiri bun. Çimkî haj bangi nedima ji ber kitabê.

Seet dihate dehê şevê.Siharê mektebe hebu, lazim ba Bilal nivisti ba, belê Bilal ne haj seetê hebu ne haj dinyayê. Dinyayeke wi hebu ew jî perên kitabê. Jinmama wi cihê wi danabu u nivisti bu.

Bilal bi tina serê xwe bu, êdî deng nedihat, bêdengiya şevê u Bilal bubune heval. Bilal qet haj wexti nemabu.

Dema melayê sipêdê bêdengiya şevê çirandi Bilal zanî ku sihare. Xewa wi dihat. Kitab dana ser mînderê. Çavên xwe perixandin. Hêdîka ji cihê xwe rabu, bo desnivêjê. Bi dest nivêj bu belê ji ber nivêjê xwast destnivêja xwe taze biket. Piştî destnivêjê bi ecele riya mizgeftê girt. Civata mizgeftê ye kêm bu. Piştî nivêjê riya malê girt. Nezanî dê çiket. Heke nihe nivistiba baş dizanî ku wê rojê dê ders çin. Ji ber hindê nedizanî dê çi ket. Belê lazim ba ders ne çoban. Çimkî da wê salê çîte îmtihana lîseyê u lazim bu ji dersa nemaba. Ji ber hindê qerar wergirt ku hita demê mektebê nenivît u biçîte mektebê. Xewa wi gele dihat, serê wi dizivirî. Perên kitabê kêm mabun.  Hita siharê kitaba situr xelas kiri bu. Bi zorê têşta xwe xwar. Cilkên mektebê kirine ber xwe. Qirawata xwe girêda. Kitabên xwe yên wê rojê dane destê xwe u kefte ser riya mektebe. Di dilê xwe da digot:

  • Manê dema ez ji mektebê zivirîm ez dê her nivim. Ya qenc ewe ez nihe biçime mekteba xwe.

 bilal gihişte mektebê u li marsa dumahîka sinifê dirunişt. Ji ber xewê gele yî aciz bu. Serê wi dizivirî.

Dersa ewilkîdersa  tirkî bu. Mamoste behsa kitab xwandinê dikir.  Mamoste behsa  Di tarîqê da çend kesên evîndarên kitab xwandinê dikir. Kesên ku behsa wan dikir eve bun: mamoste got:

  • Dibêjin berê zalamek hebu, hima bêje bîst u çar seetan kitab dixwandin. Di runişte bin stunekê, keziyên pirça xwe bi bizmara stunê ve girêdida. Dema xewa wi dihat u serê wi dikeft, ji ber ku kezîyên pirça wi bi stunê ve girêdayî  bun serê wi diêşa u hişyar dibu dîsa dewami xwandina kitabê dikir. Dîsa dibêjin zalamek hebu, geleyî feqîr bu, gele hej xwandina kitaban dikir belê nedişiya kitaba bikerît. Ji ber hindê pareyekî kêm didda xudahnên kitabxaneyan. Xudahnên kitabxaneyan şevê hita siharê der li ser wi zalami asê dikir u ewi jî hita siharê kitab dixwandin.

Mamostê dersê, axaftina xwe dewam dikir u got:

  • Belê hun dibînin kitab xwandin di tarîqa mirovatiyê da çi tiştekî muhîme. Hun dibînin ku hinde mirov hita siharê bi şevk u evîn ji ber xwandina kitabê bê xew mane. Xew li xwe terikandine. Ez dixwazim vê bipirsim ji hewe: kî ji hewe tinê şevekê jî hita siharê bê xew maye? Ne di sê şevan, tinê şevekê?

Di sinifê da hinde kesan bi dengekî nizm gotin:

  • Ne mamoste!

Ji bê xewiyê çavên Bilal disohtin. Li dumahîka sinifê li kuncê sinifê runişti bu. Mamoste pirsek  ji sinifê kiri bu. Ev pirse ji wi jî kiri bu. Nezanî dê çi bêjîte mamosteyî. Bilal baş dizanî ku hevalên wi yên nêzîk jî bizu bizu ji wi bawer naken.Ew niha rabît u bêjît:

  • Ez, ez ji şivêdî u were nenivisti me, hita nihe xew bi çavên min nekefti ye.

Belê dîsa jî nezanî dê çi bêjît. Hita siharê ji ber xwandina kitabê xew bi çavi nekefti bu u nihe jî mamoste dipirsî:

  • kî ji hewe tinê şevekê jî hita siharê bê xew maye? Ne di sê şevan, tinê şevekê?

Di emrê xwe da cara ewilkî hita siharê bê xew mabu u mamoste  jî şansi sihara wê rojê ew pirs jê kiri bu.

Hemdê wi xwe ne girt u hêdîka tila xwe rakir u bi dengekî kêm got:

  • Ez!

Mamoste şaş mabu, ne tinê mamoste hemi sinif.Sinifê hemyê berê xwe dabu pişta sinifê, berê xwe dabune Bilal. Rastî mamoste ne li hîvya cewabeke hoke bu. Mamoste tinê  xwasti bu pirsekê ji sinifê biket. Nihe kesek radibu u digot:

  • Ez, ez hita siharê ji ber xwandina kitabê bê xew mam.

Ne mamoste, ne xwandekaran bawerî bi vi dengê kêm neîna. Hita hinde kesan bi bi awriyan digot: ‘bawêje, meydan firehe. Bilal jî dizanî hevalên widibêjin: ‘ Berde, binête erde.  Hita hevalê wi yê li dev runişti Suad jî bawerî bi gotineke hoke nediîna. Rastî  Bilal bi xwe jî qebul dikir ku heke kesekî gotiba ‘ez nenivistime hita siharê.

Mamoste ewilkî nezanî dê çi bêjît. Çimkî ev pirse bo cewab dayîna xwandekaran nekiri bu. Tinê xwastibu xewa xwandekaran balav biket. Belê xwandekarê wi yê di dersên xwe da serkeftî ev cewabe dabuyê. Mamoste nexwast raste rast bêjîte Bilal ‘ti direwan dikey’. Got:

  • başe Bilal, ti kengî hita siharê bê xew mayî?

Bilal bi çavên ji bêxewiyê sohir buyî got:

  • şivêdî mamoste, ez hita siharê nenivistim. Kitabek hebu di destê min da. Kitab gele ço xweşiya  min. Min nexwast ez dest jê berdem. Hita min kitab xelas kiri bu sihar.

Bilal jî baş dizanî mamoste u hevalên wi yên sinifê zu bi zu ji wi bawer naken. Ew jî li cihê hevalên xwe ba bawer nedikir. Belê dîsa jî hemdê wi xwe negirti bu. Gotibu ‘ez’.

Mamoste ne zanî dê çi bêjît. Nexwast meselê gele dirêj biket, li du meselê biçît got:

  • heke te ev tişte kiri bît aferim bo te. Ti mirovekî zîrekî

 

 

Ne mamoste ne xwandekaran bawer nekiri bu ku Bilal hita siharê xew bi çavan nekeftiye u kitab xwandiye.

 

 

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Bu yazıya henüz yorum eklenmemiştir.
Yazarın Diğer Yazıları
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Öze Dönüş | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : Van Öze Dönüş Der Tlf: 432 212 10 18 | Haber Scripti: CM Bilişim