• BIST 94.783
  • Altın 246,294
  • Dolar 5,9356
  • Euro 6,6209
  • İstanbul 15 °C
  • Ankara 20 °C
  • Van 11 °C

MÎRZA DA ÇAWA MEKTEBÊ XWÎNÎT

Mihemed FERAŞÎNÎ

 

Kirrên ji dilê Mîrza dihat wekî zarokên di emrê xwe da didîtin, diçone mektebê / dibîstanê û ew nediço. Mala Mîrza di wextekî bêdemda jî ji gûndi hatibûne derêxistin. Salên bêyum bun yên nehwêtê, gundê wan ji rexê dewletê ve hatibune sohtin, bi heceta ewlehiyê!

      Bi sad hizaran mirov di çend salan da ji warê xwe, ji gundê xwe bubun. bêmal, bêwar bubun. Êk ji wan malan jî mala Mîrza bu.

Dema gund daête xalîkirin bi rastî Mîrza zarok bû û ji ber kû da çîte bajari hinekê keyfa wi jî dihat. Ewi haj kesera dilê daybaba nebû. Daybaban welatê  xwe diberdan û diçone welatên xerîb. Daybaban axa xwe, gundê xwe, cihê ew lê mezin buyî dihêlan, ber bi xerîbiyê ve diçon.  Lê Mîrza di wi emrê xwe da ev tişte fahm nedikirin. Tinê hin cara ew erdên ku lîtik diavêtên, çûçik digirtin,  dihate bîra wi û hinekê xemgîn dibû. Ev êşe jî ne hinde dirêj bû, zu ji bîr dikir. Mîrza nedizanî ku daybabên warê xwe berdayî di nava behra xeman dane. Belê wekî bapîrê wi goti:

 ''Zarokatî welatê mirovi ye. Mirov çi cara cihê lê mezin buyî ji bîr naket. Ew cihê mirov lê mazin buyî di riha mirovi da, di mejiyê mirovi da, di leşê mirovi cih digirît. Vêca daybabên Mîrza da çawa gundê xwe ji bîr ken?

Niha Mîrza li bajêr bû û tirkî jî nedizanî. Zarokên di emrê vi da ev di sê sal bû dest avêtiye dibîstanê. Ji ber kû ew bi mihacirî hatibûn û rewşa malê neye baş bû kesê nedigot:  ‘Em zarokan hinêrine dibîstanê, bidene xwandinê.’ Çimkî derd u  kulên malê şohil bi destêxistin bu, aboriya malê bu. Li bajari xanî u şohil bi dest êxistin gele zehmet bu. Şohil qet bi dest nedikeft.

Veye, dîsa Mîrza di ber derê dibîstanê ra diborît. Xûda! çend dixwaze ew jî şibya hevalên xwe cilên mektebê bikete ber xwe û riya dibîstanê bigire. Paşê pênûsi bidete destê xwe û xwandin u nivîsandin bizanît u xwe bielimînîte Tirkî. Çimkî hevalên wi yên di emrê wi da hem xwandin u nivîsandinê dizanin hem Tirkî. Belê ewi tinê Kurdî dizanî.  Dinyaya wi hemi bi kurdî bu. Xevnên wi, kenya wi, girya wi, xeberên wi, hejêkirina wi...Hemi tiştê wi. Hidudên dinyaya wi bi Kurdî ve hatibune dorpêçkirin. Belê ji berku li bajêri bu u azmanê ji derve Tirkî bu bêçare bu ku Tirkî bizanît. Ma her carê mezinên wi nedigotin:

  •  Kûrê mi, bo xwe Tirkî bizanin, ji ber nezanîna Tirkî gele hate serê me, bila neête serê hewe jî.

Salek borî bû mala Mîrza hatiye bajêri ji gûndi.

 Dîsa hatibu miha îlonê. Xwandekar li derê dibîstanê rêz bûbûn bi cilên xwe yên eyni rengi. Wi demi xwandekaran cilkekî şîn dikirine ber xwe.  Xûda!  ewi çawa kiriba kû wi hinêrine dibîstanê? Kî da xûdahin wi derkevît, kê haj ji wi hebû? Kê haj kelekela dilê wi hebu. Kî da hal dengê dilê wi bît?Dema hevalên xwe didîtin diçone dibîstanê cergê wi ker ker dibu di xwe da disoht belê çi kesan hajê nebu..

Heftiya diwê bû kû dibîstanê  dest avêtiyê. Mîrza wê rojê çi caran ji bîr naket.

Roj ji rojên çarşembiyê bû. Mîrza, şevveq bû, ji cihê xwe rabû, nasnama xwe (kimlîk / huvîyet)  da destê xwe, riya mala mamê xwe girt.

 Mala mamê wi berî mala wan hatibûne bajêr û rewşa wan hinekê baştir bû. Piştî rêveçona deh deqqa gihişte derê mala mamê xwe Mîrza. Mala mamê wi di xaniyekî di (2) qat dabû û ew li qata bini dirûniştin. Mîrza wekî gihiştiye deri sekinî. Niha hizrên xwe dikirin:

''Da çi bête mamê xwe vê sieta şeveqê?''

 Hitav hêdî hêdî ji pişt çiya derdikeft, kêm kes rabûbûn. Şerm kir li deri bidet Mîrza, ço li ser tereca rûnişt. Şerma wi, tirsa dilê wi zêdetir bû. dinya piçekê sar jî bubu. Wekî ew di nav van tirsên dil lerizîda dengê jinmama xwe halê bû:

  •  Mîrza, ti çima li deri nadey, nayêye jor?

 Vi dengi hem ew tirsand hem jî piçekê keyfa wi îna. Jinmama wi rabûbû kû têştê amade biket bo mêrê xwe. Mîrza bi dengekî şermoke u lerizî:

  •  Min nexwast hewe aciz bikem.

 Dilê jinmamê gele mabû bi vê rewşa mîrza ve, zû der vekir û gazi kire jor. jinmama wi bi ruyekî ken qedrek bo wi girt. Mamê wi hêj rabûbû ji xewê, cilên xwe yên şohli dikirine ber xwe. Bi rûyekî sar pirsî:

  • Xêr bît mamo, te kû bû?

Destê Mîrza yê kû nasname têda xûh dabû. Ji vê pirsê êcarî çav tirsok,şermoke bûbu. serê xwe hêdîka rakir û bi dengekî kêm:

  • Kes nîne min qeyd bikete dibîstanê, min divêt ti min qeyd bikeye dibîstanê.

 Mîrza hêj axiftina xwe xelas nekiri bû, mamê wi bi dengekî bilind axift:

  •  Mamo heyran, qeyda çi, ma eve demê qeydêye? Eve çend roje qeyd wên xelas bûyî. Heke ez te qeyd bikem jî kî dê qelemê te, deftera te kerît? Ma eve şohlê yariya ye?

Mîrza ji şerma xwe hindek mabû da girît. Rastî bawer nedikir kû mamê wi dê hinde bêrehim axivît. Vê axiftinê ew gele gele bêçare kir. Ji şermên xwe da jî di dilê xwe da digot:

  • Xûda wo! dê hima bila erd bi qelişît û biçime di navda.

Wekî jinmama wi ev rewşe dît dilê wê gele ma bo Mîrza û li mêrê xwe vegerî:

  • Bi Xûdê ti vi kurki qeyd nekey ez li gel te naaxivim. Eve çi hale?  Ewi çi rê nedîtine û  xwe avêtiye mala te. Wijdana te çawa digirît ma xwelîseri kû biket?

Ji van gotinan mamê wi piçekê nerm dibît. Bêdil dibêjît;

  •  Qeyd wêt xelas bûyî, şohlên min jî gelekin belê ezê dîsa jî jê pirsim ji dibîstanê.

Bi van gotinên mami ve ronahiyeke biçûk xwe li dilê Mîrza dida.

Mîrza nezanî ka çawa ji mala mamê xwe derkeft, riya hati li ber şaş bubu. Belê  ne diyar bû ka ev şohlê wi dê çêbît an na. Çend dixwast kû ev şohle çêbît! Belê na, Mîrza gele neyî hîvîdar bu.

Nîvro bû, mamê wi xeber hinart kû qeyda wi wa çêbûyî, belê hinde pere dabûn bo qeydê û gotibû bila wan pere  hinêrît. Bo qeyd bûnê hindî dinyayekê keyfa wi hat, dilê wi yê biçûk şibya çûçikekê bû. Ji keyfê da erd u esmanan têra Mîrza nedikirin. Piçek mabu da ji keyfa da pir det.

 Belê mesrefên dibîstanê ew piçekê xemgîn kiribu.

 Ne xema malê bû kû Mîrza biçe dibîstanê an na. Ji xwe wi wexti babê wi zivirî bû gûndi kû hin karên mayî hal biket. 

Mîrza hizrên xwe diket, çi bikem çi nekem. Dibêjîte dayika xwe:

     -    Ez hinde penîr bifiroşim kû mesrefên dibîstanê hal bin?

Ya rastî Mîrza bawer jî nedikir penîr dê ête firohtin. Ji xwe Mîrza riya sukê baş nedizanî. Da penîri  bete kerdê sukê, firoşîte kê? Belê bêçare mabu.

Da(yik)  di seri da qebûl naket. Belê wexta dibînît çi rê nînin. dilê wê jî gele dimînîte bi Mîrza ve. Penîrê wan jî ne geleke, bêdil dibêjît:

  • Başe kûrê min, bibe, firoşe bo xwe.

Ew jî hinde penîrê kevin di dete destê xwe u riya sukê digirît. Qet bawer naket dê wi penîri firoşît. Hita piçekê jî şerim diket. Di dilê xwe da dibêjît:

     -   Kî dê penîrê kevin kerît, ma bajêrî jî şibya gundiya hej penîri bi sîrik diken?

Penîrê kevin bu belê geleyî xweş bu. Mîrza her roj têştê demê ew penîr heyî li ser pê xwe di sê nan xelas dikirin. rojê sê dana ew penîr xwariba jê têr nedibu. Li gor Mîrza ew penîr hind yî xweş bu  bi gotina bab u kalan ''Da mirya ji gorê raket.''

Mîrza di rêda rastî mamekî xwe yê dî têt. Mamê wi dibêjîtê:

  • Mamo ew çiye di destê te da, xêr bît, ti dê kîve çî?

Mîrza jî bi ruyekî şermoke meselê bo mamê xwe dibêjît:

  • Ez dê vi penîrê kevin bo mesrefên dibîstana xwe firoşim.

Ya ji Mîrza ve penîrê kevin kes nakerît, pareyî pê nadet.

Dema Mîrza dibêjît ‘penîrê kevin’, keyfa mamê wi têt. Mirada mamê wi penîrê kevne. Penîrê kevin u xweş li bajari girane u bidest jî nakevît.

Mamê wi penîri ji dest diwergîrît u berê xwe didetê, tam diketê.penîr diçîte xweşiya wi.  Dibêjîte mîrza:

  • Mamo, hima vi penîri bifiroşe min. Parên te çend bin ez dê deme te.

Mîrza ji keyfa da bawer naket. Mîrza hêj negihiştiye sukê penîrê xwe didete firohtin.

Vêca keyfeke dî li Mîrza didet. Mala Xûdê ava! Kêmasî hêdî hêdî, êk bi êk hal dibin. Mîrza bi wan paran bo xwe cilkên mektebê dikerît, belê ew pare têra defteran naken. kurmamekî wi digihîte hewara wi u bo wi hinde defteran dikerît u wi tembîh diket, dibêjîtê:

  - Demê mamoste bi Tirkî gote te: Adın ne, an ismin ne bizane ku dibêjîte te navê te çiye? Anku her di jî eyni ne, mena wan êke.

Keyfa Mîrza gele hatibu, bo xwe eve jî zanîbun. Mala Xudê ava!

Roja dî Mîrza canta xwe didete destê xwe, li gel zarokên cîranên xwe riya dibîstanê digirît. Cante jî cîranekî wan ya daye wi. Piçekê ye kevne cante belê heçku ew cante teji zêre, hind keyfa wi wa hati bo cantê.

 Belê,  Mîrza  Qet neçoye dersan da  û Tirkî jî fahm naket. Nizanît, gelo heke hate sinifê pêlavê ji pê xwe biket an na? Çimkî dema li gundi diçone dersa Quranê li mizgeftê pêlav ji piyên xwe dikirin. Ji ber hindê roja Mîrza çoba mektebê lazim ba goreke nu nebît jî ya paqij kiriba pê xwe u çoba dibîstanê. Mîrza jî goreke şişti kire pê xwe wê rojê.  Niha di wan hizra da ye, hizrên pêlavê da. Ka gelo dê li mektebê pêlavê ji pê xwe ket an na.

Mîrza dema mektebê ji durve dibînît xwîn xwe li dil u hinavên wi didet ji kelecanê. Ji keyfada piyên wi ji erdi nagirin. Ji keyfa da di dilê xwe da her carê vê stranê dibêjît:

  • Xwezya min u babê min, xwezya min u babê min, xwezya min u babê min….

Mîrza u hevalên xwe piştî çend deqîqeyan digihine dibîstanê. Çend deqîqa direng mane. Hemi kes di dersê dane.

 Mamosteyek rê nîşa Mîrza didet. Diête sinifa xwe. Di pêşiyê da jî berê xwe didete piyên zarokên sinifê da, ka xwandekaran pêlav ji pê xwe kirine an na? Wexta dibîne kû çi kesê pêlav ji pê xwe nekirine piçekê rehet dibît.

Di wextekî kurt da Mîrza elimte sinifa xwe u hevalên xwe. Rojên ewilkî bi tercimani ve li gel mamoste axift. Hevalên wi yên Tirkî dizanin bo wi dibune terciman. Di nava di heyva da êdî hêdî hêdî Tirkî fahim dikir belê nedişiya biaxivît. Roj bi roj dersên wi baştir dibun. Keyfa mamosteya wi jî gele bi rewşa Mîrza dihat.

Rojekê mamosteyê wezîfeyek da Mîrza. Bi Tirkî gote Mîrza:

  -  Here van kaqezan bi qata kalorîferê, bila van kaqezan bisojin.

Hindî dinyayekê keyfa Mîrza hatibu. Cara ewilkî bu ku mamoste baweriya xwe bi Mîrza diîna, wezîfeyek dida wi. Mîrza ew kaqez dane ber singê xwe, bi baz ço qata kalorîferê. Mîrza ço qata kalorîferê belê nezanî ka dê çawa bi Tirkî bêjîte zalamê kalorîferê dihilket:

-   Ev kaqeze mamosteyên rêkiri ne, evan bisoje.

Mîrza ji keyfa da bi baz hatibu, belê vêcarê jî didil ma. Nabeynekê li xwe kefte şikê: 'Gelo qatê mamoste got evan kaqezan bibe kalorîferê an cihekî dî? Mirza di nava van şikan da digevizî. Di wê nabeynê da zalamê kalorîferê dihilket hat u bi Tirkîyeke nîv Kurdî got:

  -   Te çi divêt, xêr bît.

Mirza zanî ku zalam Kurdî dizanît u hêj devê xwe nevekiri zalami got:

-    Bîne bîne, ew kaqez yên sohtinê ne.

Êdî Mîrza jî pişt rast bu ku ew kaqez yên sohtinê ne, ewi mamoste xelet fahim nekiri ye. Çawa kaqez dane zalami u ji wê arêşê xelas bu bi keyf bo sinifa xwe bazî. Qesên xwe jî di dilê xwe da hazir kiribun. Da bi Tirkî bi serbilindî bêjîte mamostê xwe:

  -   Mamoste min kaqez birine qata kalorîferê.

Di nav wan hizran da u bi wê kelecanê ve li deri da u ço di sinifê da. Çawa çavê wi bi mamoste u xwandekaran keft zanî ku wê xelet hati. Belê hita nîveka sinifê hatibu, êdî neşiya bizivrît jî. Ne şiya bi Tirkî bêjît 'ez xelet hatim' ne jî cisareta wi hebu bizivrît, gele yî şermoke bu. Ji şerma da nezanî dê çi bêjît. mamosteya jin bi tirkî got:

-   Te xêre kurê min?

Mîrza yî kerr u kip bu, deng ji berekê dihat, ji wi nedihat. Mamoste ji bêdengiyê aciz bu, ji cihê xwe rabu, hate dev wi. dîsa bi Tirkî pirsî:

-   Te xêre kurê min?Ti bo çi naaxivî.

Ew fahim diket ka mamoste çi jê dipirsît belê nizanît Tirkî cewaba xwe bidet. Serê xwe diçemînît. Dumahîkê mamoste fahim diket ku ew Tirkî nizanît. Dibêjîte xwandekaran:

  -  Ka ji vi kêmaqili bipirsin, çi dixwazît?

Ji devê wi peyva ''cante'' derdikevît.

Mamoste dibêjîte sinifê:

  -  Canta vi kêmaqili bidenê bila biçît.

Belê canta çi halê çi. Ji kelecanê cante ji devê wi derkefti ye. xwandekarek dibêjît:

  -  mamoste, canta wi ne li vi erdi ye.

Mamoste êcarî aciz dibît, çingilê wi digirît u dibêjît:

  -  Were em biçine dev miduri.

Ew êcarî ditirsît. Dibêjît 'heke min bibene dev miduri dê min ji mektebê avêjin, heke min neavêjin jî hetka min dê çît, hemi kes dê hal meselê bin.''

 Mamoste hita ber deri diêt, dê deri veket, belê ji nişka ve ji sinifê kurkekî Mîrza dinasît destê xwe radiket u bi tirkî dibêjîte mamoste:

-  Mamoste, ez wi dinasim, yê sinifa mamoste Şînê ye, ew wê xelet hati.

Ji berku çavên mamosteya Mîrza şîn bun digotinê ''şînê''. Mamosteyê jî zanî bu ku ew wê xelet hati, milê wi berda bi kerb, Tirkî gotê:

  -  Here sinifa xwe, zu bibe, ji pêş çavên min berze bibe, ez te nebînim!

Mirza di nabeyna wan çend deqîqan da gele tangav bubu. Ji ber Tirkî nezanînê gele tişt hatibune serê wi. Dîsa carekê bubu şerê Mirza u kurkekê, kurik ji wi mastir bu u bi pêhna gele danabu Mîrza, pêhneke kurki bi tila wi kefti bu u tila  wi gele êşandibu. Hatibu dev mamoste ku derdê xwe bêjît, belê nezanî bu ku bi Tirkî bêjît:

  -  Kurkekî  mazin bi pêhna wa danayê min u pêhnek wa li tila min dayî.

Tinê dizanî bêjîte mamoste:

-  Beni dövdi

anku li min da.

Mamoste darekî zirav di desti da bi Tirkî jê pirsî:

-  Ka bêje, bi çive dana te?

Mîrza tinê bi kizgiryokî çend caran li serêk gotê:

-  Beni dövdi

Mamoste aciz bu ji vê cewabê u gotê:

  -  Ti nihe ji vê derê neçî ez dê bi te dadem, ez wê dibêjim, çawa bi te dada, ti nabejî. zu bibe, ji pêş çavên min berze bibe.

welhasil ewi neşiya bu derdê xwe bo mamosteyî bibêjît. Ji ber vi halê xwe jî gele diqehirî. Hewce ba di demekî kurt da xwe elimandiba Tirkî. ji ber hindê soz da ku di kêmtirîn wexti da xwe bielimînîte Tirkî.

ji ber hindê  di nava çar  heyvan da elimte Tirkî. Mamoste jî bawer nedikir ku Mîrza dê xwe hinde zu elimînîte Tirkî u dê dersên xwe da serkeftî bît.

Mîrza li gel hemi feqîr u belengazî u zor u zehmetî xwand, şev u roj.

Heke êkê gotiba Mîrza:

  • ''Ti dê rojekê bibiye mamoste'' ew da bo xwe pêkenît, belkû jî da dilê xweda gotiba:
  • Eve yariyên xwe bi min diken. Ma eve dê çawa çêbît, ez feqîrê Xudê bi vê feqîriya xwe u mamostetî?

Sal êk û êk diborîn, emrê Mîrza xwe li ser bîstan dida. Ew tişta kû wi bi çi awaya bawer nedikir çêdibu. Ew dibu mamoste. Niha dixwaze ew dibîstana kû digot 'gelo ez li deri pêlavên xwe ji pê xwe bikem an na' bibe mamoste.

 

Niha berê xwe didete emrê xwe yê borî Mîrza. Heke em rastiyê bibêjin niha jî bawer naket kû wext çawa hinde zû derbas bû û ew bû mamoste.  

ÖZE DÖNÜŞ DERGİSİ SAYI 8

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Bu yazıya henüz yorum eklenmemiştir.
Yazarın Diğer Yazıları
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Öze Dönüş | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : Van Öze Dönüş Der Tlf: 432 212 10 18 | Haber Scripti: CM Bilişim