• BIST 9915.62
  • Altın 2440.177
  • Dolar 32.4575
  • Euro 34.7559
  • İstanbul 13 °C
  • Ankara 12 °C
  • Van 9 °C

Em ê Çawa Pirtûka Bidene Hezkirin?

Ciwan İKBAL

Em ê Çawa Pirtûka Bidene Hezkirin?  

Pirtûk Çi ye?

Em Çima Pirtûka Dixwînin?

Gotineke pêşiyên afrîki wiha dibêje: “Pirtûk baxçek gulan e di bêrîka mirovan da.” Pirtûk dost e, rêber e, heval e, zana ye.

Xwendin wekî xwarinê wekî vexwarinê tiştek gelek girîng e. Pirtûk xwendin her warî de ceribandineke zêde dide mirov. Cihê em nikarin biçinî, pirtûk me wan deran digerî ne. Ji bo nivîsandinê jî xwendin hewce ye. pirtûk xwendin û nivîsandin mirov wekî şoreşê diguherîne.

Mirov du cur in. Mirovên armanca wa heyî û mirovên bê armanc. Heke mirovekê armanca wî hebe wê xebata xwe baş bîne cih. Xwendin wê mirov bigihîne armancê. Mirovê bawerî bi serkeftina xwe hebe, qet tu tişt ji bo wî nabe asteng.

Pirtûk xwendin ji bo pêşerojê, ji bo hemû mirova girîng e. Ji bo xwendinê jî armancek û baweriyek bi hêz hewce ye.

Armanca daybaba ya en serek e ew e ku, zarokên xwe baş perwerde bikin. Heke em hez bikin zarokên me pêşeroja xwe da bibin xwêdanê doza girîng, hewce ye em pirtûkan diyarî wan bikin û pirtûka wan bide ne xwendin. Pêwist e malbat pirtûka bixwînin û xwendina xwe ve ji bo zarokên xwe bibîne mînak.

Daybab çima ji bo zarokên xwe bibin mînak. Malbat ji bo zarokên xwe modelên serekene, ji bo wê çend ê hewce ye ku daybab jî pirtûka bixwînin. Heke daybab pirtûka bixwînin zarokên wan jî wê pirtûka bixwînin. Hem malbat hem jî zarok xwendinê jî xwera bikin adet. Pêwist e em, hem ji bo gelê xwe, hem jî ji bo zarokên xwe pirtûka bixwînin. Ew miletên pêşveçûn, pir pirtûkan dixwinin.

Mirovên dinyayê rê ve dibin, mirovên pir pirtûk xwendine. Mirovê pirtûka gelek dixwîne, mirovên ji xwe aqil tir dibore. Serkeftina mirov; aqil % 10, xwendin % 90 rol dilîze. Ji bo tehsîl ê jî xwendin hewce ye.

Kesê nexweş, heke pirtûka bixwîne, xwendin wê êşa wî kêm bike. Ji bo wê çendî bijîjk, wextê reçeta nexweş a dinivîse, navê pirtûkek baş jî li reçeta nexweşê binivîse.

Ola me da jî xwendin, cihî girîng digire. Emrê Xweda yê yekemîn xwendinê. Pêxemberê Xweda (sxl), ew esîr ên Şerê Bedrê, ew ên ku xwendinê dizanin ra wiha ferman dike: “ Heke hûn xwendinê nîşanê deh zarokên misilmanan bidin, ezê we azad berdim.” Dîsa Pêxemberê Xweda (sxl) wiha ferman dike: “ji landikê, heta mirinê ilmê tehsîl bikin.”

Em ê Çawa Pirtûka Zaroka Bide ne Hezkirin?

Hemu zarok hez pirtûkan dikin. Zarok pêlîstokên xwe û pirtûkên xwe wekî zarokên xwe dibînin. Ya herî girîng ewe ku mirov xwendina pirtûka, zarokan bide hezkirin. Em qîmetê bide ne pirtûkan, zarok jî wê qîmetê bidene pirtûkên xwe û hez xwendinê bikin.

Pirtûk xwendin baş e, li ya herî baştir mirov bi xwendinê de sûde ji bigire. Îmam ‘Elî wiha dibêje: “Pirtûkan berhev nekin, ulmên pirtûkan da serê xwe da berhevkin.” Wextê em pirtûka dixwînin, ew cihê diçe xweşiya me, em ji bo zarokên xwe bixwînin. Pirtûkê da cihê ji bo me girîng tê jî, em binê wê hevokê xîzkin an jî not bistênên, xwendin wê zêdetir biçe xweşiya me.

Piwîst e malbat kumanda televizyoni zêdetir pirtûkan bigre destî xwe, ca ku zarok jî girîngîya xwendina pirtûkan bizanin. Pirtûk xwendin wê li ser zarokên me bandorê biket. Ew zarokên malbata xwe da pirtûk xwendinê dibînîn, ewana jî xwendinê jî xwera bikina jiyanek.

Hezkirina xwendinê, çend rûpelan dest pê dike. Ji bo hezîkêrêna xwendina pirtûka, pêwîste zemani xwendini pêşiyê hindik be. Li ser pirtûkên zarok dixwînên em fikrên zarokan bişêwêrên. Pirtûka yekemîn bila wêne zide be, nivîs hindikbe. Car caran jî pirtûkên zor zarokan bidene xwendin, ca ku hevokên nû hîn bibin.

Em dikarin pirtûk xwendinê wekî lîstikekê bikin kêfxweşî. Çawa? Wextê dayik firaka dişo, bêje zaroka xwe tu dikarî alîkarî min bikî. Zarok wê bêje: “ Beli, ezê çawa alîkariya te bikim?” Dayik bila bêje: “wextê ez firaka dişom, tu jî bi deng pirtûka xwe ji bo min bixwîne, ezê gelek kêfxweş bim.” Dayik wê şolê xwe bike. Zarok Jî wê hem pirtûka xwe bixwîne hem jî pirtûk xwendina zarok, wê diya wî şa bike. Û zarok wê xwendinê bike adet.

Wexta em dan û standinê dikin, pêwist e em pirtûka ji wekî hewcehiya mala xwe bi kirin. Malbat rojekê jî tenê ji bo dan û standina pirtûkan biçîne bazarê. Li ma li cihê guncaw pirtûka daninê. Zarok wê qîmeta pirtûka çêtir bizanin.

Em, hezkirin xwe ra pirtûka diyarî bikin. Wextê em zarokên xwe ra pêlîstokan dikirin, li gel pêlîstokan em pirtûka jî bikirin. Pirtûkên em dikirin, gor xwestina zarokan be. Pirtûka zarok bi kêfa xwe bikire, wi zêdetir qîmetê bidê û bixwîne.

Pirtûkan Çawa jê Bigirin ?

Ew pirtûkên em ji bo zarokan dikirin, pêwist e li gor asta wan be. Em, pirtûkên ku zarokan didene fikirîn û aşîtiyê dide wan bidene xwendin. Konfiçyüsê zanyar wiha dibêje: “Ey Xweda! Tu, malek tijî pirtûk û baxçek tijî gul bide min.”

Hilbijartina pirtûka, wekî hilbijartina hevala girîng e. Ew pirtûka zarokên me dixwîne, pêwist e umit, şahî, kêfê û kelecanê bide wan û asoya wan veke, fikir, raman, zanistê bide wan û hestên wan bilind bike.

Li dinyayê ji bo salekê xwendina îstatîstîka pirtûka ji bo mirovekê hokeye:

Kesê 1 salê 21 pirtûka zêdetir bixwîne pir xwendekar e.

Kesê 1 salê navbera 6-20 pirtûka bixwîne nîv xwendekar e.

Kesê 1 salê navbera 1-5 pirtûka bixwîne hindik xwendekar e.

Kesê 1 salê qet pirtûka nexwîne, xwendekar nîn e.

Çê Wext, Pirtûk Bine Xwendin?

Zanyar dibêjin, jinên pênc mehî hemle, pirtûkan bi deng ji bo zarokên xwe bixwînin.

Hemû şert û mercan da pêwist e em zarokan hînî pirtûk xwendinê bikin. Em jî bo pirtûk xwendinê wextê rihet peyda nakin. Hewce ye ku hemû zarok rojê herê kêm 30 deqîqe pirtûka bixwînin.

11-13 salî da zarok, hezkirina xwendinê herî zêde ye. Zaroka beriya razanê panzdeh deqêqa hînî çîrok xwendinê bikin. Heke zarok xwendinê nizanin, daybab ji bo zarokên xwe çîroka bixwînin û an jî daybab çîroka ji bo wan bibêjin.

Pêwist e em, pirtûkên baş bixwînin û jiyana me jî wekî pirtûka baş be.

 

Cîwan ÎKBAL

Yazarın Diğer Yazıları
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Öze Dönüş | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : Van Öze Dönüş Der Tlf: 432 212 10 18 | Haber Scripti: CM Bilişim