• BIST 9693.46
  • Altın 2496.161
  • Dolar 32.4971
  • Euro 34.5977
  • İstanbul 13 °C
  • Ankara 13 °C
  • Van 14 °C

Bİ ZİMANÊ DAYİKÊ PERWERDE

Ciwan İKBAL

 

 

Ciwan ÎKBAL

 

Bİ ZİMANÊ DAYİKÊ PERWERDE

 

Zimanê dayîkê çîye? Zimanê dayikê an jî zimanê zikmakî, ew zimanê ku ji hêla dayikê û derdora wê ve  tê axaftin,zimanê zarok pêşî diaxivin re tê gotin. 

 

Ziman ji bo çi girînge? Mirov bi zimanê xwe dinyayê fahm dikin. Zimanê zikmakî dewlemendî ye. Zarok bi zimanê zikmakî xeyala dikin û bi zimanê xwe xewna dibînin. Zimanê zikmakî navbera mirovan hezkirinê çêdike.Ziman mirovan bi hev didin nasîn.Gel, çanda xwe bi zimanê xwe digihîne nifşên nû.Pêwiste her gel bi zimanê xwe perwerde bibe.Ji bo mirov asîmîle nebe pêwiste  mirov bi zimanê zikmakî perwerda xwe bike û xwedî li zimanê xwe derkeve. Li gorî lêkolînan mirovê bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde dibin baştir ser dikevin.

Zimanê zikmakî nîmetek mezine ku Xwedê daye mirovan.Ziman ji bo ku mirov hevdu nas bikin Xwedê daye. Cudabûna zimana ne sedema xwe mezin dîtinê ye û ne jî bo düjminahî yê ye. Ji bo Kurda zimanê zikmakî ne zimanê fermî ye. Xwedê ayetek xweda wiha ferman dike: “Xuliqandina erd û asîmaman û cihêbûna reng û zimanên we jî, ji ayetên wî ne. Bêşik di vêya de ji aliman re îbret/hêwet heye.” (Rûm: 22) Zimanê zikmakî ayetek ji ayetên  Xweda ne.

 

Ji bo hînbûna zimanekî divê em çi bikin?

 

Ji bo mirov zarokan hinî zimanekî bike divê dê û bav zimanê xwe yên zikmakî bikar bînin. Heman demê de zarokek dikare pir zimanan hîn bibe. Bav zimanê fermî bi kar bîne zarok we her du zimanan jî hîn bibe. An jî bav zimanê zikmakî dê zimanê fermî bi kar bîne. Zarok her tim dikare du zimana hîn bibe. Li malê her mirovek yek zimanekî dikare pêk bîne.Pêwiste  li malê malbat zimanê dayikê biaxive. Li derve zimanê fermî tê axaftin. Zarok bi tv û li dibistanê wê hînî zimanê fermî bibe. 

 

 

SERDEMA KRİTİK

Zarok heta 5 salîya xwe dikarin çend zimanan hîn bibin. Kesên temenê wan biçûk zûtir  hînî ziman dibin. Zarok heta 5 salîya xwe dikare du zimana bêhtir hîn bibe. Heke em zarokên xwe hînî du an jî sê zimanan bikin ew zarok hînbuna ziman naweste. Zarokên picukahî hînî zimanê cuda bibe, wê zimanê din zutir hîn bibe.

 

0-5 sal serdema kirîtîke  ji bo ku zarok hînî ziman bibin.Heta 5 salîyê ziman ototmatîk li mejuyê zarokan de cîh digre. Piştî 5 salîyê aqlê zarokan êdî ziman otomatîk qeyd nake..

 

Li gor lêkolîna, heke heta 5 saliyê zarok hînî axaftinê nebe, piştî 5 salîya xwe tenê hînî 3-4 peyvan dibe û hevokan jî nikare çêbike.  

 

Li gor UNESCO yê 1950 heta niha 230 ziman winda bune.2500 ziman jî li ber mirinê ne.UNESCO 21ê Sibatê kirîye roja "Zimanê Zikmakî."

 

Lİ DİNYAYÊ ZİMANÊ ZİKMAKÎ

 

Li dinyayê de nêzî 5000  ziman û 150 devlet hene.Çinê 140 zimanên cuda hene.Çînê li gor qanuna sala 1984an de derketî  her herêm wê bi zimanê xwe perwerde bibe û zimanê xwe biparêze.Kesên kêmnetewe divê hem zimanê xwe û hem jî zimanê Çinê yê fermî hîn bibe.

 

Îsraîl % 82 Cihû ne û Îbranîkî  diaxivin.Îsraîl % 18 jî Erebin u Erebî diaxivin.Erebên Îsraîlê bi zimanê xwe yê Erebî perwerde dibin. Ereb zimanê İbranî jî hin dibin.

 

Li Tirkîyê li gorî makezagona sala1924an zimanê Tirki bu zimanê  fermî.Lozanê Rum Ermen û Musevî kêmnetew hatin qebul kirin û ew bi zimanê xwe dikarin perwerde bibin. Pêwiste  perwerdehîya zimanê kêmneteweyê din jî bê dayîn.Li Tirkiyê dijî Tirkî bi zimanê dayikê perwerde nayê qebul kirin. Li Tirkîyê neteweyên misilman  bi zimanê xwe perwerdê nikarin bikin.Zimanê misilmanan tev tune hatin qebul kirin û hatin qedexekirin. Kurdî jî li Tirkîyê nehat qebul kirin û Kurd bi zimanê zikmakî perwerde nabin.

 

Devleta Tirk li Almanyayê û li Rojhilata Trakyayê perwerdehîya bi zimanê Tirkî dixwaze. Lê ev dewlet li Tirkîyê bi zimanê kurdî perwerdehîyê qedexe dike da ku Kurd bi zimanê xwe perwerde nebin. Dewleta Tirk dibêje eger ez perwerdehîyê bi zimanê Kurdî bikim devlet wê perçe bibê. Loma dewleta Tirk zimanê Kurdî qedexe dike.Devleta Tirk dersa Îngilizî dike dersa mecburî lê dersa zimanê Kurdî dike dersa hilbijartî.

 

Îro mirov ji bo  ku zimanekî hînbibe gelek mesrefê dike. Lê belê ji bo hînbuna zimanê xwe zehf xemsar e.

 

Fransiza ji bo ku kîjan  ziman dewlemende lêkolînek pêk anîn. Li gorî lêkolinê zimanê Kurdî li ser dinyayê nav 5000 zimanan de bi dewlemendîya xwe rêza 31. de ye. Zimanê Kurdî zimanê perwerdeyê nebe jî qedexe be jî  pêwiste em li zimanê xwe yê dewlemend xwedî derkevin.

Em bi zimanê xwe perwerdehîyê dixwazin.

 

Yazarın Diğer Yazıları
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Öze Dönüş | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : Van Öze Dönüş Der Tlf: 432 212 10 18 | Haber Scripti: CM Bilişim