ŞERÊ UHUDÊ(625)
Mûşrîkên Mekkeyê; piştî ku şerê Bedrêde binketin amedehiyên tolhildanê kirin. Sala 625ê ordiya Mûşrik û Misilmanan li girê Uhudê hatin berhev. Misilmanan pişta xwe dabû girê Uhudê û li ser girê Uhudê jî 50î tîrendaz sekinîbûn.
Serê şerîda misilman çendî ku serkeftî bûn jî piştî ku tîrendazan cihê xwe vala kirin Mûşrîk pişt Misilmanan de zivirîn û Misilman mane navbeyna du artêşa. Ordiya Mûşrîkan vî şerîda serketin lê belê encamek teqez nehilgirtin.
Ordiya misilmanan ji ber ko tîrendazan cihê xwe valakirin li şerî da binketin. Ev rewşe ji bo misilmanan giringiya îtaeta(guhdarî) pêxemberî anî ber çavan.
ŞERÊ XENDEKÊ(627)
Piştî şerê Uhudê cihûyên(Yahudî) ko ji Medîneyê hatin derêxistin daîmî mane mûşrîkan ve da ko li hember Misilmanan şerî bikin. Mûşrikan jî dixwastin bi temamî Misilmanan ji holê rakin. Ji bo hindê Mûşrikan dest avêtin amedehiya ordiyek mezin.
Misilmanan jî bi ser fikra Selmanê Farisî çend aliyên Medineyê xendek kolandin. Bi encama şerî da Mûşrikan bi dest xalî vegeriyan.
Piştî şerê Xendekê êdî Misilman ji bergiriyê(parêzname) derketin û dest avêtin êrîşê. Gelek xebileyên Mûşrîkên dor rexê Medineyê bune Misilman.