• BIST 8876.22
  • Altın 2928.215
  • Dolar 34.2375
  • Euro 37.4474
  • İstanbul 17 °C
  • Ankara 22 °C
  • Van 16 °C

Pirzimanî ne Xirab e*

Zafer Açar

 

Dema ku behsa pirzimaniyê dibe zêdetir ev tê bîra mirov; digel zimanê mirov ê dayîkê yan jî yê sereke zimanekî/ine din. Çendî ev ji bo vê kategoriyê rast be jî têra diyarkirina pirzimaniyê nake.

 

Pirzimanî ne tenê zanîn an bikaranîna çend zimanan e, ew carna wekî bikaranîna çend zaraveyan, yan jî zimanek û hin zaraveyên wê jî dikare bê fêmkirin. Dîsa dema kesek zimanekî tenê bizanibe, digel formê wê yê standart devokên wê jî bizanibe/baxive û formên zimanî ên teknîkî yan jî pîşeyî jî bi kar bîne ew jî wekî pirzimaniyê dikare bê fêmkirin.

Ji bo kurdan pirzimanî di hersê maneyan de jî dikare bê fêmkirin. Wiha ku; her kurdek -qesta me ên bi kurdî mezin dibin-  berî ku zimanekî biyanî hîn be, pêşî zarave yan jî zimanê xwe hîn dibe. Dûre zimanê din ê ku hînbûna wî şert e yan jî bivênevê ye hîn dibe. Heta vira ev ji bo pirzimaniyê bes e lê di gelek rewşan de yan jî ji bo gelek kesan li vir jî namîne,  hînbûna zimanek an çend zimanên biyanî kêvirên din jî datîne ser vî dîwarê pirzimaniyê.  Dîsa ev kes dema di karê xwe de zimanê xwe yê teknîkî jî bi kar tîne ev jî rûyekî din yê pirzimaniyê nîşanî me dide.

Ji serdemên pêşîn ên dîrokê vir de, dema însan dest bi xwendinê kiriye, meraqa hînbûnê û hewceyiyên wî, kiriye ku ew zimanê xwe di qalibên terbiyekîrî de hîn be û wisa bi kar bîne. Dîsa ji bilî zimanê xwe, hin zimanê din jî meraq kiriye yan jî lazim kiriye ku wî jî daye pey û pê pêş ketiye. Dema em li Rojava zanyar û fîlozofan û li Rojhilat jî li aliman dinêrin hema bêje hemî di nav vê sîstema pirzimaniyê de kemilîne. Li Rojava gelek zanyar û fîlozofan ji bilî zimanê xwe yê dayîkê/sereke, latînî hîn bûne û wê demê kîjan ziman berbelav bûye ew jî hîn bûne. Li Rojhilat jî -qesta me Rojhilata Îslamî- aliman ji bilî zimanê xwe yê dayîkê/sereke, erebî digel wî jî piranî farisî di hin rewşan de jî osmanî hîn bûne. Ev rewşeke sirûştî û mantiqî bûye ji bo wan, çimkî:

  • Dema mirov xwedî îddîayekê be û bixwaze civakê/an fêr bike, perwerde bike divê mirov civakê/an digel çand û zimanê wê/an nas bike.
  • Hînbûna zimanan dikare bingeheke entellektuel bide hişê mirov. Çimkî her zimanek deriyekî nû di bîrê de vedike û îmkana hizr û nêrînên cuda dide aqil.
  • Dema mirov hînî zimanekî dibe, ya ku mirov hîn dibe ne tenê zimanê wî gelî ye; çanda wî ye, folklora wî ye, dîroka wî ye, bîr û baweriyên wî ne.
  • Hînbûna zimanekî din dikare pêşiya nijadperestiyê bigire. Çimkî bi vê, însan dizane ku zimanê wî ne li ser zimanekî din re ye û zimanê xweştir/baştir/nuwazetir tune.

Ji ber van sedeman heta niha jî zanyar û alimên ji van herdu aleman hê jî li ser vê edetê dewam dikin.

Îro jî dinya êdî ne dinyaya ss. 20an e. Êdî niha pirzimanî her di rojevê de ye. Heta 20-30 sal berê, kesekî ku ji bilî zimanê xwe zimanekî din bizanibûya jiyan jêre pir rihet bû heta zimanê wî; yê fermî, zimanê ku dizanî jî îngilizî yan fransewî yan almanî bûya di welatekî wekî Tirkiyeyê de jêre gelek derî dihatin vekirin. Hê ku ev kes du zimanê biyanî bizanibûya ew bi tiliyan dihat nîşankirin. Lê niha rewş normaltir e. Kesekî zimanekî biyanî bizanibe normal, duduyan bizanibe baş sisêyan bizanibe pir baş e. Ev jî vê rastiyê dide pêşiya mirov ku dinyaya niha; hem dinyayeke zimanpir, hem dinyayeke pirziman e. Yanî em bixwazin jî nexwazin jî îro pirzimanî ji yekzimaniyê baştir e.

Ji bo Kurdan kîjan Zarave-Ziman?

Dema em li rewşa kurdan dinihêrin rewş piçekî cuda ye. Hem rewşa kurdan a dîrokî hem a cografî hem jî ya sosyolojîk hin astengan derdixin pêşiya me. Bi vê rewşa wan re hemaheng hişê kurdan jî tevlihev e. Wekî odeyeke li hev ketî ye ku tu tişt li şûna xwe nîne. Yan jî wekî pirtûkxaneyekê ye ku refên wê li erdê û kitêbên wê belawela ne. Divê pêşî em ve odeyê bidin hev, bi destê hin hosteyan em kitêban li gorî beş û mijarên wan di refên qaîm de rast kin. Di van salên dawîn ên ku êdî kurdî bi şiklekî perwerdeyî zêdetir dertê pêşiya me de divê em li rewşa xwe binihêrin û ji bo kêşeya zimanî çareyan bigerin. 

Çendî îro li hin herêmên Kurdistanê kurdî fermî nebe jî hêvî heye ku ew ê siberoj kurdî di her herêmê de fermî be. Qe nebe kurd dê bikaribin perwerdeya xwe bi zimanê xwe-yan tenê yan digel zimanekî/ine din- bikin. Ji ber wî divê em ji niha ve tevdîrên xwe bigirin û li ser vê meselê serê xwe biêşînin.

Madem rewş wiha ye, jiyana kurdan jiyaneke pirzimanî ye, divê em vê rewşê vegerînine avantajekê û ji xêra pirzimaniyê sûdê bigirin. Ji bo ku em hişê kurdan û rewşa wan a tevlihev serastrast bikin jî divê em ji ziman dest pê bikin. Jixwe rewşa kurdan a pirzaraveyî/pirzimanî li holê ye û kêm zêde haja herkesî pê heye. Ji bo ku em ziman serast bikin jî divê em van bikin:

  1. Divê herkes pêşiyê zaraveyê xwe hîn be.
  2. Dûre hebe zaraveyekî din ê ji aliyê cografî ve nêzîktir û berbelav.
  3. Zimanê fermî yê li welatê lê dijî jixwe hîn dibe.
  4. Ji ber ku kurd her du alfabeyan jî bi kar tînin(aramî-latînî), herduyan jî hîn be.
  5. Zimanekî biyanî hîn be. 

Alfabe li gorî zaraveyê hêsantir e. Heke kurdan bi saziyên xwe dest bi perwerdeya kurdî kirin divê herdu alfabe mecbûrî bin ku ev ê ji wan re gelek bi kêr bê. Heçî zarave ye ew jî bi vê sîstemê wekî riyekê dikare bê pêşniyarkirin: 

Kurmanc; pêşî kurmancî paşê digel alfabeya aramî zaraveyê soranî, soran pêşî soranî paşê digel alfabeya latînî kurmancî, zaza pêşî zazakî paşê kurmancî û alfabeya aramî, hewramî pêşî hewramanî paşê soranî û alfabeya latînî. Tabî her civaka kurd li kîjan perçeyê Kurdistanê dijîn jixwe dê di mufredata wî welatî de zimanê fermî tirkî, erebî yan farisî hîn be ku ev jî destkeftiyek e.

Helbet ev karekî ne hêsan e, zehmet e û demeke dirêj dixwaze. Lê eger kurd bikaribin vê sîstemê bimeşînin ew ê ji bo kurdan bibe avantajeke mezin. Çendî di rewşa kurdan de pirzaraveyî-pirzimanî wekî dezavantajekê bê xuyan jî dema bi çavekî din em lê binêrin ew ji mere îhsaneke Xwedê ye. Çimkî:

  • Kurd ji bilî zimanê xwe ji çend zimanên din(erebî, tirkî, farisî, ermenkî, azerî) yekî dizanin.
  • Eger ku zimanê kurdî(xusûsen jî kurmancî li herêma Rojava/Bakurê Sûriyeyê) bibe fermî ew ê kurd bibin duziman ku wê demê ew ê gavekî bidine pêşiya hemwelatiyên xwe yên yekziman ku li Başûr ev likar e. Herwiha bi awayekî siyasî jî dê dewletên ku statuyekê nadin kurdî mecbûr bimînin statuyekê bidin.
  • Ji ber xêra zaraveyên kurdî û ziman û alfabeyên cuda kurd dê bikaribin bibin xwedî zîhneke entellektuel.

Em van xalan dikarin hê jî dirêj bikin. Lê ya herî baş jî ev e ku ji ber rewşa me ya pirzimaniyê divê alimên herî baş ji nav me kurdan derkevin, divê zanyarên herî tijî ji nav me derkevin, entellektul û rewşenbîrên herî jîrek divê dîsa ji nav me derkevin. Lê divê em bifikirin/baxivin bê ka em ê perwerdeyeke çawa bikin!

Perwerdeyeke Çawa?

Ji bo ku em pirzimaniyê bijîn, bimeşînin divê di serî de zihna me jêre vekirî be û em nekevin ber bayê yekzimaniyê. Ji bo me mamoste û perwerdekaran mekteb labaratuwar in, ji bo ku em di labaratuwara xwe de bi serîkî rihet bixebitin divê di serî de em dêwbavan û civakê îkna bikin:

  1. Mêjî tevlihev nabe.
  2. Bi hînbûna zimanekî zimanê din qels nabe, paş nakeve, xirab nabe.
  3. Zanîn û agahî mirov naxe nav bîrên kûr, mirov pê dîn nabe.
  4. Kurdî zimanekî qels, paşmayî nîne.
  5. Zimanê dinyayê tune, zimanê berbelav heye. Îro îngilîzî ye sibê dikare kurdî be.
  6. Bi teknîkên wergerê ve dibe ku bi hin amûrên teknolojîk wergera hevdem mimkun be.
  7. Ji bo em xêra pirzimaniyê bibînin divê di serî de em kurdî hîn bin.

Di perwerdehiyê de em dikarin li mînakên cihanê jî binihêrin. Helbet dîsa li pêş van karan ew ê astengên siyasî jî hebin. Lê divê em bizanibin ku niha kurdekî digel zimanê xwe zimanekî din jî bi kar tîne ew gavekî li pêş e.

Li aliyekî din, a ji kar girîngtir encamên wê ye. Yanî piştî ku nifşên pirziman gihiştin ew ê dinyayê bi rengên cuda bixemilînin. Hêvî heye ku ew ê mirovahiyê ji qalibên teng ên nijadî rizgar bikin. Ew ê jehrkuja bitesîr ji civakên rojhilat belav kin ku îro bi teesûbên nijadî ve jehrî bûne.

Divê em van rojên tijîêş binêrin û di serî de ji welatê xwe re, dûre ji alema Îslamê û cihanê re mizginiya rojên xweş bidin. Çimkî ev bêhna fire, ev xweşbînî, ev mêvanperweriya di nav milletê kurd de heye, işaretê vê mizginiyê ne.

ÖZE DÖNÜŞ DERGİSİ SAYI 8

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Bu yazıya henüz yorum eklenmemiştir.
Yazarın Diğer Yazıları
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Öze Dönüş | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : Van Öze Dönüş Der Tlf: 432 212 10 18 | Haber Scripti: CM Bilişim