• BIST 9693.46
  • Altın 2496.161
  • Dolar 32.4971
  • Euro 34.5977
  • İstanbul 13 °C
  • Ankara 11 °C
  • Van 14 °C

‘ESASÊN DOZÊ

Werger

 

Hesen EL BENNA

 

 

 

 

 

 

‘’Tecrubeyên mirovatîyê piştgirîya vî fikri dike.Dîrok jî  hikum dike ku,nîzama Îslamê layiqe ku heya roja qiyametê baqî bimîne û wê hemu hebûnan islah bike.‘’

 

‘ESASÊN DOZÊ

 

 

 

 

 

 

 

 

1- EM DİLVEKİRÎ NE

Em li ser xwe wezîfe dizanin û ji ber vê yekê metodên xwe li ber çavan radixînin û bê veşartin û dizî doza xwe ji herkesî re dibêjin.

Doza me ji tîrêja tavê nûranîtir, ji gewrbûna sibehê vekirîtir û ji ronahîya rojê bi şewqtir e. 

2- EM MASÛM İN

Em ji hemu birayên xwe yên Misilman ji dil û can daxwaz dikin ku                                          

bila ew bizanibin, doza Birayên Misilman dozek pak û masûm e.

Doza me dozek wusaye ku ji berjewendîyên şexsî derbas buye,  menfaatên maddî piçûk dibîne, daxwazên nefsî şunda hiştîye û li ser xeta rêya ku Xwedê Teala ji bo daweta îslamê kifşkirîye,li ser wê dozê ne: “Tu ji wan re bibêje: “Rêya min ev e. Bi besîret dewetî rêya Xwedê dikim. Ez û ên didin pey min jî; em Xwedê (ji hemû kêmasiyan) tenzîh dikin. Ez ne ji muşrîkan im.”

Em ji mirovan tiştekî naxwazin. Ne çavê me di mal de heye, ne jî di xelatê de, ne çavê me di şan û şuhretê de heye, ne jî di şerefê de. Em xelata xwe ancax ji Xwedayê xwe yê ku em xuluqandine dixwazin.

3-EM Jİ HEQÎQETÊ HEZDİKİN:

Bila milleta me bizanibe ku, em milleta Îslamê ji canê xwe zêdetir hezdikin.Eger gurbanek pêywîst be ji bo îzzet, şeref, dîn û hedefên Misilmanan em ji dil û can amadene ku canê xwe feda bikin.

Bêguman  ji bo Misilmanan evîna me ya bê hed û hidud, muhabettên ku li hestên me hakim buye, xemên ku xewên şevan li me diherimîne û hêsrên wek avzêmê ji çavên me diherikin em ber bi van kiryaran de fetilandine.

Tu carî ne mimkune ku em,vê rewşa milleta xwe bibînin û zelîlîyê qebul bikin û bêhêvî bibin. Em di rêya Xwedê de ji xwe zêdetir, ji bo însanîyetê dixebitin.

Gelî Misilmanan!

Em dewamî bi we re ne. Emê tu rojekê jî li dijî we nebin…

 


4- LİTÛF Û ÎHSAN BİTENÊ Jİ XWEDÊ YE:

Em tu qencîyê nakin serhevdî û nadin serê însanan. Em tu îddîaya litûfekê jî nakin. Em bawerî bi vê kelama Xwedê Teala tînin: “ji bo ku bawerî kiriye nesîbê we, Xwedê minnetê li we dike.” 

Temennîya me ewe ku, çavê we yê dil ji heqîqetê re vebibe da ku hûn bizanibin em kî ne. Hûn îdraq bikin ku ji hezkirin, hurmet û fedekarîyê pêvtir ji bo we em tiştekî hîs nakin. Muşahede bikin ku ji ber vê rewşa hûn ketinê, em di êş û kederan de diperpitin.

Lê Xwedê Teala bi vanan zanibe, ji bo me bes e. Lewra kilîtên dilan di destê Wî de ye. Yê digîhîne rêya rast û alîkarîya heqîqetê dike Ew e.

“Xwedê kî jî bîne ser rêya rast; êdî kesê ku wî bixerifîne tune.”

 
5- EM Û ÇAR SİNİFAN Lİ HEMBERÎ HEV İN:

Em ji hemu însanan daxwaz dikin ku, bila li hemberî me ji van çar gruban yek bin.

a) Bawermend

Şîret û nesîhetên me li wan kesên ku bi doza me bawerî tînin, gotinên me tesdîq dikin, prensîbên me diecibînin, doza me bixêr dibînin û ên bi dil û yêqîn pê digrin ev e:

Hema tevlî me bibin, bi me re bixebitin ku bila hejmara mucahîdan zêde bibin. Bila dengê ên dawetî heqîyê dikin bilind bibe. Lewra tu qîmeta bawerîya bê emel tune. Ji bawerîya ku xwedîyê xwe di rêya xwe de feda nake de tu xêr tune. Misilmanên berê bi bawerîya xwe emel kiribun.

Selefên Salihîn ku Xwedê Teala hîdayet xistibu dilê wan, tabi’ê pêxemberê Xwedê bibun, bawerî pê anîbun û di rêya Xwedê de bi heqqî cîhad kiribun. Ji bo van zatan, mukafatekî Xwedê ê mezin heye. Evanan bi qasî mukafatên ku ên tabi’ê wan bune jî, wê bigîhîjin mukafatan jî.

b) Ên Bêbiryar (Muteredditan):

Ên di derheqê me de hê negîhîştine biryarekî û ên fêr nebune ku gotinên me bi îxlas û bikêr e, li hemberî me bêbiryarin û di teredudêda ne.

Ji mirovên awa re şîretên me evin: dewamî bi me re hevdîtinan pêk bînin, ji dûr û nêz ve berhemên me bixwînin. Cemîyetên me zîyaret bikin û hûn û birayên me hev nasbikin.  Bi vî awayî –eger Xwedê miraz kiribe- tuyê şik û gumanên xwe têk bibî. Tuyê mutmeîn bibî. Ên berê te tabi’ê pêxember bubun jî bi vî awayî bê biryar bun û ew jî bi vî awayî tevgerîyan bun.  

c)  Menfaatperest:

Ji ên bi tenê ji bo menfaata maddî dixebitin û xîreta xwe ji bo berjewendîyên xwe xerc dikin û li rewşa kesî nafikirin re bersiva me ev e:  li qisûrê me nenêrin. Ji xêra Xwedê pêvtir tu mukafaatek tune. Wî jî ancax ên xwedî îxlas bi dest xwe dixin. Ji xêynî wan bi xelatî cennet heye. Vîya jî ên xwedî bawerîya heqîqî qezenc dikin.

Em di alîyê mal de xizan, di alîyê rûmet û şerefê de dewlemend in. Xwe qurbankirin û di rêya Xwedê de hemu tiştê xwe xerckirin edeta me ye. Daxwaza me riza Xwedê ye. Ew çi dostekî rind û çi alîkarekî rind e.

Eger Xwedê Teala dilê van menfaatperestan rohnî bike û  kabûsa temayîyê ji dilê wan derbixîne, wê fam bikin ku tiştên li cem Xwedê qebul dibin bixêrtire û dewamî ye. Wê ew jî bikeve nava artêşa Xwedê. Ji bona ku li axretê bigîhîje xelatên ku wê Xwedê bide, wê ji malê xwe yên vê dinya  derewîn serf bike.

“Ên li cem we xelas dibin. Lê ên li  cem xwedê bêdawî ye”

Eger ev zilam menfaatperesiya xwe bidomîne, înkar bike ku di canê wî de, malê wî de, dinya wî de, axîreta wî de, jîyan û mirina wî de heqqê Xwedê tune; Xwedê tu carî ne hewceyê yê awa ne.

Ew jî weka wan menfaatperestên dema bîat dikirin, bi şertê ku di piştî Resulullah (s.a.v) lîdertî ji wan re bimîne ye. Resulullah bi vê ayetî celîlê bersiva wan dabu: “

“Rastî ev e ku erd ê Xwedê ye. Wî ji evdê xwe kî re bixwaze dide wî. Aqûbeta rind, ji bo mutteqiyan e.”

d) Ên Li Hember Disekinin:

Ên di derheqê me de di sûî zennê de ne, ancax bi berçavkên reş l ime dinêrin. Dema kala me dibe, bi derewên bêesil û gotinên ne rast diaxivin. Nikarin zora xirura xwe bibin û ji bawerîyên xwe yên batil vegerin. Ji bo mirovên awa duayên me eve:

Xwedayê min! Ji me û wan re heqîyê heq nîşande û tabîbuna heqîyê bike nisîb. Batilê batil bi me bide zanîn û me ji batilê dûr bixîne. Me û wan bigîhîne hîdayetê. Qebulbuna duayên me û pêkbuna hêvîyên me di destê Xwedê de ye. Xwedê Teala ji pêxemberê xwe re di derheqê vê gruba mirovan de ev ayetî celîle şandî ye.
“Bi rastî tu kî bixwazî nikarî bînî ser hîdayetê. Lê Xwedê kî bixwaze tîne ser hîdayetê. Ew çêtir dizane ku kî dîgihîje hîdayetê.”

Em hêvî dikin ku ev însanana ber bi me de vegerin û bawerî bi doza me bînin. Li hemberî vana rewşa me, rêya ku Hz. Mustafa (s.a.v) nîşanî me dabu ye: “ Xwedayê min! Tu ummeta min effu bike. Lewra ew nizanin.”ev hedîs ji alîyê Buxarî, muslîm û îbn Mace hatîye rîwayetkirin.

Daxwaza me ewe ku  insanên ku li hemberî me ji van çar grubên ku me zikirkirîye yekê bin. Ji bo ku milleta Misilman mexsedên xwe îdraq bikin, rêya heq hilbijêrin û bigîhîjin hedefên xwe, dema di reya ku hilbijartine de gavên bi serkevtin hatiye û derbas buye.

Ketina xefletê, li pê heyalan çuyîn, îtaateka kor û tabîbuna her yekê ku diqîre ne wesfê Misilmanan e.

“(Ji wan re) bibêje: “Eger bavê we, zarokên we, xuşk û birayên we, jinên we, eşîra we, malê we bi dest xwe xistiye, tîcareta ku hûn ji ziyana wê ditirsin û xaniyên ku hûn qîma xwe pê tînin, ji we re ji Xwedê, Pêxemberê wî û ji cîhada di rêya Xwedê de şêrîntir bin, êdî heta emrê Xwedê Teala tê bisekinin. Xwedê, civata fasiqan nagihîne hîdayetê.”

Doza me tu carî ji Xwedê re şirîgatîyê qabul nake. Lewra ew li ser esasê ku Xwedê “yek” bi tenê naskirinê hatiye avakirin. Ancax ew kesên ku dikarin di rêya Xwedê de xwe feda bikin doza me bijîn. Ên nikarin ji binê vîya rabin jî wê ji xêrên mucahîdan mahrum bibin. Wê bi ên ji cîhadê şunda mane re bijîn. Wê Xweda ji bo doza xwe di şuna mirovên awa de milletek din derbixîne.

 
6- EM ÊN Dİ RÊYA XWEDÊ DE WENDA DİBİN İN:

Ancax ew kesên ku doza me îdraq dikin, ên di wê rê de canê xwe , malê xwe, wexta xwe û sihata xwe bexş dikin li vê dozê tên. Em hezdikin ku milleta me vê rastîyê bizanibin. Wede Teala di ayetî celîleyekê de wuha ferman dike:

“Gelî ew ên bawerî anîne! Ji we kî ji dînê xwe vegere (bila bizanibe ku), wê Xwedê di pirr nêzîk de di şûna wan de civateke wisan derxîne ku ew (Xweda) ji wan hez dike û ew jî, ji wî hez dikin. Ji mu’mînan re muşfîk (bi rehm) in û li hemberî kafiran jî şedîd û bi rûmet in. Di rêya Xwedê de cîhad dikin û ji lome û gazinên lomevanan jî natirsin. Ev fezl û rehmeteke Xwedê ye. Ji kî re bixwaze dide wî. Xwedê, (bi rehmeta xwe) fireh e û zana ye.

7- METODÊN ME EŞKERA YE:

Em însanan gazî dozek eşkera, vekirî û ji alîyê herkesî de tê qebulkirin dikin. Ew jî Îslam e. Hemu însanîyet vê dozê pir baş nasdikin, bi wê bawerî tînin, bi bilindîya wê bawer dikin, hizûr û saadeta xwe di wê de dibînin. Bawer dikin û dizanin ku rêya xelasîya wan di Îslamê de ye.

Tecrubeyên mirovatîyê piştgirîya vî fikri dike. Dîrok jî hikum dike ku, nîzama Îslamê layiqe ku heya roja qiyametê baqî bimîne û wê hemu hebunan islah bike.

 

8-FAHMA ME YA BAWERÎYÊ EVE:

Di bawerkirina esasê Îslamê de bawerîya me û milleta me wek heve, lê bawerîya milleta me bawerîyek tevizî û di xewê de ye. Milleta me îcabên bawerîya xwe naynin cî.

Bawerîya me birayên misliman jî, bawerîyek bi alav, hêz hişyar û zindî ye. Psîkolojîyek me xelkê şerqê ya sosret heye. Dema em fikrekî xwe yê ku me bawerî pê anîye em ji însanan ra dibêjin, ew li bendene ku em di rêya bawerîya xwe de malê xwe, canê xwe feda bikin û di vê rê de li hemberî her tadeyê sebir bikin, di vê rê de çîya ser û binê hev bikin û ji bo serkeftina bawerîya xwe yan xwe feda bikin yan jî bawerîya xwe biser bixînin.

Mixabin dema peyv xelas dibe her tişt jî xelas dibe. Her kes bawerîya xwe jibîr dike. Dev ji tefekkurê berdide. Êdî ji bo bawerîya xwe naxebite û di rêya bawerîya xwe de cîhadek piçûk be jî nake. Hetta dikevin xew û xefletek wûsa kûr ku – bizanebun yan nezanebun- di aleyha doza xwe de dixebitin. Ji bo xerabkirina wê xîret û xebatê dikin.

Ma ne sosret û rewşek heyîrandîye ku mirov, insanekî xwedî fikir, di eynî rojê de saetekî bi bêbaweran re û di satek din de bi bawermendan re wek abidekî bibîne?

Ha vê zilletê, vê xefletê, vê xewê, vê şaşîtîyê hewl daye me ku em, wê bawerîya ku milleta me qebul kirîye ji nû ve de şîn bikin û ên di xewê de hişyar bikin.

9- DOZÊN CÛRBECÛR:

Ez dîsa dubare dikim ku doza Birayên Misilman li ser esasên saxlem ava buye.

Îro hem li rojhilat hem jî li rojava gelek dozên cûrbecûr, prensîbên cûrbecûr, îdeolojîyên cûrbecûr û doktrînên cûrbecûr hene. Heryekê ji wan aqlê mirovan tevlihev kirine û ji bona her yekê hinek mirov dixebitin. Herkes ji bo doza xwe bi awayekî propaganda dikin û ji bo ku di çavê însan de doza xwe, xweş nîşan bidin dixebitin û îddîa dikin ku doza wan hê biserketî ye.

10- ZİLAMÊN DOZÊ ÊN ÎROYÎN:

Îro ew kesên ku xwedîyê dozêne, ji ên doyîn pir bi cuda ne. Îro kesên ku xwedyê dozê ne pirtir xwedî kulturin, bi perwerdene û amadekar in. Teybetî li rojava rewş ev e.

 

Her grubên ku ji bo îdeolojîyan hatine

 amadekirin hene.Dixwazin ku alîyê

 îdeolojîya xwe yê ne eşkere îzah bikin.

 Alîyê wê yê qenc îzah dikin. Ji bo îdeolojîya

 xwe rêyên propagandayê û weşanê îcad

dikin. Ji bona ku îdeolojîya xwe bi însanan

 bidin qebulkirin, li rêyên herî hêsan, rêyên

 herî nêz û  xweşik digerin.

 


 

   Werger: Fikrî Amedî

 

 

 

 

 

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Bu yazıya henüz yorum eklenmemiştir.
Yazarın Diğer Yazıları
    Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Öze Dönüş | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
    Tel : Van Öze Dönüş Der Tlf: 432 212 10 18 | Haber Scripti: CM Bilişim