• BIST 9693.46
  • Altın 2513.719
  • Dolar 32.577
  • Euro 34.7689
  • İstanbul 15 °C
  • Ankara 22 °C
  • Van 15 °C

Dua Mezlum û Belengazan

Fikri Amedi

                                                       

Dua Mezlum û Belengazan

Rebbê Min!  Te ji hemu evdê xwe rezilim heram kir. Bi te bawerî bînin jî, neynin jî,  tu ji zaliman hez nakî û te li hemberî zaliman heqê parastinê  da evdê xwe yên mezlum.!

Rebbê Min!  Îro li ser rûyê erdê,taxut û zalimên xwînxwar û hov li evdê te ên Misilman jî, ên ne Misilman jî  zilmê dikin.

Rebbê Min! Tu Xwedayê zeîfan î.  Tu Rebbê hemu feqîr û belengazan î! İro evdê te yên bêçare û belengaz  ji ber dek û dolabên hêzên emperyal û serdest rastî komkujî û qirkirinan tên.

Rebbê Min!Ya Xwedayê erd û esmanan,  Ya Xwedayê ku qewmê Ad û Semûd û Lût helaq kirî ye!

Ya Xwedayêwan kesê ku di agir de şewutîne û tune bune!Ya Xwedayê Musa Kelimetullah ku bi mucîzeyan text û welatê Fîr’ewunser û binê hev kirî ye!

Ya Xwedayê wan zarukên ku bavê xwe nedîtine û pîr bune,  Ya Xwedayê wan jinên ku di bin îşkenceyan de dinalin û dibêjin: “Ma evdê Xwedê yek tuneye ku namus û şerefa me biparêze!”

Ya îlahî! Em dizanin ku tu muhletê didî zaliman û zaliman qet ji bîr nakî, lewra tu  Rebbê erd û esmanan î!

Ya Xwedayê Rehman û Rehîm! Li me were rehmê! Îro ji bo mezlum û bindestên alema îslamê ji xêynî te ê ku em xwe bavêjin dergaha wî û alîkarîyê jê bixwazin tune!

Rebbê Min!  Ji bo ku ji zilma van dijmênên te xelas bibin ji van birayên me re alîkarîya xwe bişîne!

Rebbê Min!  Aniha birayên me di bin zilma zalim û xwînxwaran de ber bi tunebun û hindabunê de diçin!

Rebbê Min!, Ew zilma ku ev zalimanan dikin û tu dîn, şerîat û evdê te yênxwedî  wijdan nikare tehamul bike biborîne û bi qemçika sitûyê van zaliman û Nemrutan bigre û wan helaq bike.

Rebbê Min! Tu çavê wan zalim û şeytanan û ên alîkarîya wan dikin û wan ber bi war û welatê me de dajon  birjîne. Dinyayê ji wan re bike zîndan û gorên wan jî bike çalên cehennemê!

Rebbê Min!  Birayên me ên ku ji bo dînê te,  îzzet û şerefa xwe, war û welatê xwe û bindest û belengazan  mirine re derîyê cenneta xwe vebike, gunehên wan effu bike û me ji xêra wan mahrum neke!

Ya Xwedayê wê Jinika mu’mîn û Misilman ku di bin zilma bênamûsan de diqîre û dilorîne! Zilma zaliman di ser tarîya şêvê de girt. Ya Rebbî zilma wan ber bi erşê ala de bilind bu, ji ber zilma van zaliman ve zarukên nû xwedêda lal man!

Rebbê Min! Kezeban dayîkan dişewute,  tû dilê wan hênik bike!

Xwedayê Min!Tu birînên wan bipêçe, şîfayê bide nexweşê wan û dijminên wan helaq bike!

Rebbê Min!  Yekîtî û tifaqa wan zaliman xerab bike!

Rebbê Min! Pîlan û hîleyên wan bike ezab û xezeba xwe û di serî wan de bîne

Rebbê Min! Wan perçe perçe bike û ji wan yekî jî li ser rûyê erdê nehêle!

Rebbê Min!Ji xêynî te alîkarê van şervanên Misilman tune.Rebbê Min!çekên te ji hemu çekên zalimn teva bihêztir e. Dafikên te ji dafikên zaliman teva bihêrstir e!

Rebbê Min! Tu bi rehma xwe ji evdê xwe re û bi tundîya xwe jî dijminê xwe re tecellî dikî.

Xwedayê Min! Ên dînê te ezîz dike serfîraz bike! Ên dixwazin wan zelîl jî bikin, rezîl bike!

Xwedayê Min! Koka wan kafir û kafirên ku li ser şopa wan dimeşin jî hişk bike û rûyê erdê ji wan paqij bike.

Rebbê Min!  Şeva zilmê dirêj bu. Em hewceyê  şefaxa rehma te û lezbuna alîkarîya te û firehîya lutfa te û sîya îzzeta te ne. Li me û hevalê me mexfîretê bike. Dijminên wan bi navê xwe yê el-Muqtedîr û  el-Ezîz  bigre û bi navê xwe yê  El-Munteqîmji wan re tecelli bike.

Rebbê Min! Dilê me ji vê zilmê re nikare tehemmul bike, hêzê bide dilê me û yêqîna me zêde bike û günehê me effu bike.Bila ev şeva tarî ya zaliman bibe roja wan ya dawîn!

Ya Rebbê Alemîn! Tu çavê ummeta Muhammed ku tije xwelî buye û nabîne rohnî bike û hîdayetê bixe dilê wan ên mirî. Bi rehmeta xwe wan bigîhîne hîdayetê û wan bike kesên ku bune peyrewê sunneta Resulê xwe  û bike ên dawetî daweta Wî dikin û wan ji dijminê xwe dûr û berî bigre!

Dilê evdê xwe yên bêyêqîn bi nûra îmanê bigîhîne sikûnettê. Weka ku te Resulên xwe û ên bi wan bawerî anîne  serfîraz kirîye, wêrekîyê bixe dilê wan jî. Di çavê dijminê wan de hêweta wan zêde bike û tirsê têxe dilê dijminên wan. Erdê di binê pîyê wan de bihêjîne û wan di tarîtîya zilma wan de bifetisîne.

Rebbê Min! Tu tiştê ku hatiye serê evdê xwe dibînî û çawa dijmin dixwazin wan teva helaq bike, ji her kesî çêtir dibînî!

Xwedayê Min!Ya Xwedayê Yûsif ê Rehman û Rehîm! Ya Xwedayê ku ew ji bîrê derxist û ji dinyayê re kir siltan!

Ya Rebbê Îbrahîm û Îshaq û Yaqub!  Evdên xwe ji zîndanên Nemrut û Fîrewunan xelas bike. Lewra tu evdên xwe yên mu’min ji zilma zaliman xelas dikî!

Rebbê Min!  Em ji te daxwaz dikin ku tu heyf û tola wan  kesên perîşan û belengaz ku bi jehr û dermanan hatine kuştin bistînî!

Em gunehkar ın! Me li nefsa xwe zilm kir. Wek heywanan em di malê xwe de girtî man û destê me nagîhîje evdê te yên mezlum û şerpeze

Rebbê Min!  Em hêvî dikin ku duaên me rastî tu astengiyekê neyê û bigîhîje te. Qebulkirin û neqebulkirin di destê Te de ye

Em hêvîya xwe ji te nabirin!  Te çawa evdê xwe û Resulê xwe Muhammed û ên bi wî bawerî anîbu serfîraz kir û dijminên wan kir mahkumê zilletê, Mislimanan jî bi serbixîne û zaliman rezîl û perîşan bike.

Ya erhamerrahhimîn! Alema Îslamê ji zalim û kafiran rizgar bike. Di vê berxwedana bi îzzet de birayên me yên ku şerbeta şehadetê vexwarine, şehadeta wan qebul bike û di nava wan de ên ku ji te re bune asî jî, hîdayeta xwe bike nisîbê wan û dereceyên wan zêde bike!

Ya erhamerrahhimîn!  Rehmeta xwe bişîne, şevên me bi bawerî û secdeyê paqij bike. Ji dilê me weswesa şeytîn derxîne, me bike evdên xwe yên ku di rêya te de cîhad dikin

Xwedayê Min!Duayên vî feqîrî û duayên belengaz û bindestan û duayên kesên bi dilê şewûtî ji te re dua dikin qebul bike!

Xwedayê Min!Me ji rehmeta xwe mahrum neke!

Rebbê Min! Zaliman helaq bike!

Xwedayê Min!Şeva zilmê pir dirêj bu! Tu Rebbê hemu şevan û rojan î, sibehên me rohnî bike û rojên ku wê zalim helaq bibin nîşanî me bide.

Rebbê Min!  Duayên me bi duayên evdên xwe yên Salih re qebul bike.

Rebbê Min!Selat û silav li ser resulê te (aleyîsselam)  û li eshabê wî  û resul û nebîyên wî tevan be!

Amîn….

 

 

 

Yazarın Diğer Yazıları
Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Öze Dönüş | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : Van Öze Dönüş Der Tlf: 432 212 10 18 | Haber Scripti: CM Bilişim