• BIST 9132.45
  • Altın 2324.75
  • Dolar 32.3712
  • Euro 34.9966
  • İstanbul 20 °C
  • Ankara 21 °C
  • Van 8 °C

Bİ TEHSÎN ÎBRAHÎM DOSKÎ RE HEYPEYVÎN- Lİ SER ZİMAN Û EDEBÎYATA KURDÎ

İbrahim Tahsin Doski

 

HEYPEYVÎN- Cafer Acar ACAR

Bİ TEHSÎN ÎBRAHÎM DOSKÎ RE HEYPEYVÎN- Lİ SER ZİMAN Û EDEBÎYATA KURDÎ

 

 

‘’ Tehsîn Doskî li ser Edebîyata Kurdî, zimanê kurdî û berhemên me yên klasîk  gelek lêkolîn û xebat kirîye.  Di vê derbarê de di kovaran de makaleyên wî  hatine nivîsandin û gelek kitêb çap kirî ye. Ji ber vê yekê me xwest em li ser zimanê kurdî, edebiyata kurdî û weşangerîya kurdî hevpeyvînekî pê re çêbikin û wî jî daweta me qebul kir. Mamosta Cafer Acar pê re hevpeyvînek çêkir. ‘’


 

Ji kerema xwe hûn dikarin hinekî behsa xwe bikin. Di derbarê jiyana xwe û xebatên xwe de hinekî me'lumat bidin.

Li bajarê Dihokê di sala 1970an de min çavên xwe li vê dinyayê re vekirine û her li Dihokê xwendina xwe ya seretayî û navincî û amadeyî min derbas kiriye û sala 1991ê min pişka lêkolînên îslamî li Kolêja Şerî'etî li Zanîngeha Bexdayê bi dûmahî aniye. Ji bilî bawernameya zanîngehê min îcazeya medresê û ya 'ilmê hedîsê jî heye û piştî ez ji zanîngehê derketîm û heta îro ez karê dersdanê li xwandingehan dikim.

Ji sala 1988an vir de min dest bi nivîsînê kiriye û heta niha min (99) kitêbên çapkirî bi zimanê kurdî û 'erebî hene, li dor mijarên dînî (tefsîr, hedîs,  'eqîde,  fiqh ..). Her wisa mijarên dîrokî û edebî jî bi taybetî edebê kilasîkî yên kurmancî û pitir ji 25 dîwan û berhemên kilasîkan min gihandine çapê û ji bilî nivîsînan ez bi karê wergêranê jî rabuwîme û dîwaneke şi'rî ya min bi xwe jî heye. 

Li gorî we ji bo netewbûnê, milletbûyînê giringiya ziman çi ye?

Hebûna her millet û neteweyekê di kirasê kesîniyeke serbixwe de ya girêdaye bi hebûna zimanê wî ye. Ew neteweyê zimanê xwe ji dest bide û bi zimanekê biyanî ve bê girêdan demeke dirêj pêve naçe ku ew hebûna xwe wek milletekî xudan taybetmendî dê ji dest bide û dê bibe daneyeke kopîkirî ya kirêt bo wî milletî yê ew bi zimanê wan diaxivî. Zimanê her milletekî -wekî tê gotin- nîşana 'eql û derûnê wî ye, rû û sîmayê duhî û îroya wî ye, şêweyê hizirkirina wî ye. Ji ber ku ferhenga zimanê wî ji koma wan peyvan pêk tê. Yên ew di dîroka xwe de hewce bûyê û bi rengê xwe yê taybet derbirîn jê kirî lew demê ew pişt dide zimanê xwe, ew pişt dide kultura xwe û rengê hizirkirina xwe û bi dûvelankiya milletekê dî razî dibe. Ji ber vê çendê milletên dagirker berî her tiştekî karî bo hindê dikin ku zimanê xwe li ser milletên bindest bisepînin û wan mecbûr bikin ku ew zimanê xwe ji bîr bikin da bikaribin piştî hingî wan bi hêsanî bixine bin çengê xwe.

Polîtîkaya Kurdan a di derbarê zimanê Kurdî de divê çi be?

Mixabin hindek aliyên kurdî hene meseleya zimanî bi sistî werdgirin û karî bo hindê nakin berê kurdan bidine giringiya zimanî. Hizir dikin ziman ne tiştek e û ez nizanim çi me'na bo wî neteweyî heye yê zimanê xwe nebe. Divê berî her tiştekî û wek pêngava yekemîn em hemî (siyasî û rewşenbîr) xelkê xwe li ser hindê perwerde bikin ku em şerm ji zimanê xwe nekin û zimanê xwe ji yê kesê kêmtir nebînîn û ji ber çi hêcet û bihaneyek hebe em amade nebin dest ji zimanê xwe berdin. Piştî vê divê me hindek pilanên zanistî û ekadîmî hebin bo zindîkirin û parastin û pêşvebirina zimanê xwe û em berdewam bin li ser daxwaziya kurdîkirina bernameyên perwerdeyî û divê em bizanin ku hindî kurdî li mektebê û zanîngehan neyê xwandin ew zimanekî zindî û pêşkeftî nabe. Dezgehên ragihandin û rojnamevaniyê bi tenê bes nînin ku zimanê me jî wekî yê xelkê bê pêş û em xwe pê serbilind bibînîn.

 

Piralfabe û pirzaravetî ji bo pêşketina zimanê Kurdî muşkule ye an na?

Di demê me yê îro de ku cîhan -wekî dibêjin- bûye gundekî biçûk û aliyê ragihandinê û hebûna kenalên gehiştinê zêde pêşkeftin dîtî, zimanê kurdî hewceyî zêde bi hebûna ferhengên cem' heye. Ew ferhengên peyvên kurdî yên cuda cuda ji hemî zaraveyên kurdan di nav xwe de hildigirin da nivîser û xwendevanên kurd bikaribin bi sanahî hevdu têbigihin. Her wisa zimanê me hewceyî bi lêkolînên ekadîmî li dor rêzimanê jî heye. Ew lêkolînên hemî zaraveyan vedigirin eger em bikarin van renge ferhengan daynin û van renge lêkolînan bikin paşî bo belavkirina wan di nav milletî de mifayî ji kenal û dezgehên nû û pêşkeftî yên ragihandinê bibînîn hingê pirzaravetî dê bibe dewlemendî bo zimanê me. Jixwe eger em bi vî rengî û vî halî bîn yê nuke em têda her yek ji me di nihalekê de bijî û bêje: hema ez im û kesê dî ne! Bê guman her tiştek dê bo me bibe asteng di rêka pêşkeftinê de.  Pirelfabe jî wisa ye. Rast e, pirelfabe hindekê ya cuda ye û ew pitir dibe asteng ku em bigihîne hev lê bo qonaxa îro em dikarin mifayekê baş ji pêşkeftina 'ilmî ya nû di layê internet û kompîterî de bibînîn. Bo hindê ku vê astengê pîçekê siviktir lê bikeyn lê her çawa be nivîsîna zimanekî bi du elfabeyan rêgiriyek ciddî ye bo pêşkeftina wî û her çawa be divê hizir di hindê de bê kirin elfabeya me bibe yek.

 

Di nav Kurdan de yek alfabe(Latînî an jî Erebî) mumkune an na. Eger mumkun be gelo dê bibe wesîleya yekitiya Kurdan?

Di rewşa me ya civakî û siyasî ya îro de û bi destê  me bi xwe yekemîn car, paşê ji encamê neyaretiya gelek aliyên derveyî bo me yekbûna tu tiştan bi hizra min mumkun nîne. Armancên me yek nînin û ew rêkên em bi kar tînin bo gihiştina armancan yek nînin. Hê şerê me li ser peyv û rengan e. Eger pilanên dujminan welat parçe kiribe siyaseta me jî  kolan parçe kirîne mixabin! Meseleya yekbûna elfabeyê -wekî me gotî- tiştekî zêde girîng e ji bo ku em baştir bi hevdu têbigihin. Têgehiştina baş dibe wesîle bo yekbûnê. Belê pirs ev e: Erê biryara yekbûna elfabeyê kê dikare bide? Eger bêjin: Dewlet, me dewlet nîne.. Eger bêjin: Mirovên siyasî, siyasiyên me diçine sîbera hevdu bi xenceran! Eger bêjin: Rewşenbîr, mixabin pitiriya rewşenbîran yên bûne kurî û dûv bo siyasiyan. Bêje min: ew kî ye dê biryara yekbûna elfabeyê bide?

Gelo klasîkên edebiyata Kurdî hemî hatine dîtin, eger na divê mirov xebateke çawa bimeşîne?

Ez li wê bawerê me ku ew kilasîkên me yên nehatîne dîtin û berhemê winda bûnê ji kilasîkên em nas dikin gelek pitir in. Ji wan nav û berheman yên me naskirin û dîtîn. Tu bêjî şa'rekî wekî Ehmedê Xanî yan Melayê Bateyî sîh çil salan şi'r nivîsîbin bi tenê bîst sîh qesîdeyên wan hebin?! 'Eql vê qebûl nake. Erê, kanê berhemê wan yên dî? Tu bêjî edebiyata kurdî yekser bi şa'rekî wekî Melayê Cizîrî yan Feqiyê Teyran dest pê kiribe? Ev mumkun nîne. Erê, kanê nav û berhemên wan şa'irên berî wan hatine? Sedî sed kilasîkên me hemî nehatine dîtin. Lew pêdivî ye lêkoler û xwendekarên master û diktorayê xwe zêdetir biwestînin û lêgerînên xwe pitir lê bikin da bikaribin hindî jê bên berhemên kilasîkan kom bikin û bi rengekî hêja belav bikin. Xebata me divê di du semtan de bimeşe: Yek, em li medrese û mizgeft û hucreyên mela û feqiyan li gund û bajarên Kurdistanê bigerin û ew tiştê li nik wan veşartî eşkera bikin. Du, em li erşîv û kutubxaneyên dewletên dewr û berên me: Tirkiyê, Îran, 'Îraq û Misrê û hindek dewletên Ewropî jî bigerin. Ji ber ku gelek xezîneyên me yên pir biha li wan cihan veşartîne û bes nîne em bîbliyografiyayên wan bi tenê bixwînîn. Ji ber ku gelek caran kitêb û desxetên kurdan li bin navê edebê farsî yan turkî hatine erşîvkirin û ji bo wergirtina zanîn û me'lûmatan li dor dîroka edebiyata kurdî û şa'ir û edîbên kurd karekî zêde fire em sicl û erşîvên Osmanî û Îranî jî vekolin. Ji ber ku pişkeke mezin ji erşîvên wan dîroka me ye. Eger em di van herdu aliyan de kar û xebatê bikin bi hizra min gelek tiştên 'ecêb yên ku dîroka edebiyata me pê bê guhartin dê bi dest me kevin.   

Mamoste, di nav edebiyata gelên Rojhilat de, rewşa edebiyata Kurdî çawa ye?

Her kesê edebiyata kurdî (ya kevin û ya nû) baş xwendibe dizane ku kurd ji layê edeb û şi'r û peyvên nazik ve kêmtir nînin ji gelên dî yên rojhelatê. Şa'rekî wekî Melayê Cizîrî bi serbilindî dişê milmilanê digel Îbn el-Fariz û Fuzûlî û Şîrazî bike. Zimanê kurdî ji alîyê paqijî û dewlemendiya peyvan ve gelek ji zimanê farisî û turkî pêşkeftîtir e. Sirûştê Kurdistanê ji alîyê bedewî û nazikiyê ve (ku jêderê îlhamê ye bo edîban) ji sirûştê welatên dewr û ber kêmtir nîne eger pitir nebit. Belê bo çi edebiyata kurdan wekî ya gelên dî nav û dengên xwe nestandiye? Bi hizra min ji ber du egeran: Gelek berhemê kurdan -wekî berî nuke jî me gotî- ji nav çûye û nehatiye dîtin. Lew sûretê timam jê nehatiye dîtin. Ya duyê: Ew pişka hatiye dîtin jî ji edebiyata me xizmeteke baş bo nehatiye kirin ku bi rengekî hêja bê çapkirin û belavkirin û bê wergêran bo zimanên biyanî û vekolînên ekadîmî li ser bêne kirin.

Xebatên cenabê we, piranî li ser edebiyata klasîk û dîwanên Kurdî ne. Li gorî we, xebatên edebiyata klasîk bandoreke çawa dikin li ser edebiyata nûjen a Kurdî?

Ez li wê bawerê me ku her rewşenbîrî yan edebiyateke hebe eger rehên xwe di nav axeke qelew re nebe xwar û egerên mana xwe ji kultur û turasekê dewlemend wernegire ew neşê hebûneke bihêz bide xwe. Yan milmilanê digel kesê bike lew bi rastî tê gotin: Ew ê çu duhî bo nebin çu îro û subehî jî bo nabin. Belê me'naya vê ew nîne em her û her di duhiya xwe de bijîn û medhan bo xwe (bi sîreta ecdadan) bikin. Melayê Cizîrî dibêje:

 

kan bi gewher çi biket gewher eger pakî nebit

tu besîret te nebit sîretê ecdadi çi kit

Bab eger mir hêza zend û baskên wî çu feydeyî nagihîne kurên wî eger kur çu nebin! Ev e rastiyek e ku nayê înkarkirin. Belê min divê bêjim: Edebiyata me ya nûjen dikare edebiyata kilasîk bo xwe wekî wê axa qelew lê bike yan ew rehên dara xwe di nav de dibe xwarê çê nabe bo edîbê nûjen wisa berê xwe bide kulturê me (çi filklor be çi kilasîk) wekî berê xwe dide heykeleke delal li mûzexaneyeke dîrokî. Divê ew têkiliyê digel bike û mifayî bo xwe jê werbigire. Ji alîyê zimanî ve, ji alîyê wêne û hest û hizran ve, paşê li ser vî binaxeyê mukum dîwarekî nû ava bike. Ma ev baştir nîne ji hindê ku ew dara xwe ya edebî li ser axeke inglîzî yan firensî dayne?

Di edebiyata klasîk a Kurdî de mijarên sereke çi ne? Gelo rewşa Kurdan a siyasî ya wê demê di edebiyata klasîk de cih digre an na?

Edebiyat wekî ayneyeke zelal e bo milletî û mirovê edîb bivê yan nevê bi wê axê ve girêdayî ye ya ew li ser dijî û jiyana dînî ya civakî ya aborî û ya siyasî bi her rengekê hebe di ayneya edebî de xuya dike û eger gotina min dirêj nebe ez li vê derê bi tenê du nimûneyan ji edebiyata kilasîk a me dê behs jê bikim da xwendevan bizanin ku rewşa kurdan ne bi tenê ya siyasî belkî ya rewşenbîrî û aborî û exlaqî jî cihê xwe di edebiyatê de girtiye.

Nimûneya yekê:

Ehmedê Xanî (ew ê berî sêsed salan jiyayî) di şi'reka xwe de bi vî rengî behsa civaka kurdan û xelkê serdemê xwe dike û dibêje:

 

qet gewherekî cewheriyek nîne biha ket

bazarê‌ cîhan maye bi van turkmen û tatan

'ebdê zehebn hindek û hind 'abdê‌ fizze

'aşq deriyaniye ji 'îd û 'erefatan

me'şûqe cemala te û 'aşq bi xwe heywan

însan biriyane çi xeber dem ji nebatan

kuffarî bû dem daye hisarê‌ û me xundkar

hêj wê‌ li şikarê‌ digerîtin li felatan

rûdaye 'imaratê‌ mulûkani bi israf

mîrê‌ pasban nadete xelqê‌ xwe xelatan

mîrêt hemedanî xwe di dînî de di xain

'îsêne li mûsayî dixûnin selewatan

xelqê‌ me hekarî we dibêjin ku ji bo şah

hîna seferan ew dişehînin edewatan

mîrê‌ semeran wê‌ dibirîtin ji feqîrî

ser wan mekes bûyîne û muhtacî zekatan

ya reb tu biparêze di vê‌ 'esrê qizilbaş

tuxyan û xurûcê‌ neken ew bêne welatan

kî dê‌ li ser vî heddî ji pêş wan ve biwestit

kes nîne ku têr nanî bidet pênci xuzatan

 

Me'na: li wê demê dewlemendên milletî 'ebdên zêr û zîvan bûn û di nav wan de gewheriyek nebû bihayê gewherên bi biha bi duristî bizane. Kafiran dor li xelkê girtibû û mîr û hakim mujûlên nêçîrê û avakirina koçik û serayan bûn. Millet yê rûs û birsî bû û muhtacî zekatan bûn li wê demê mezinên wan bac û xerac datanîne ser.

Nimûneya duwê:

Axaokê Bêdarî (ew jî hevçaxê Xanî bû) di şi'reka xwe de rexneya civaka serdema xwe dike û dibêje:

'alimê cumle 'ulûman dil bûye deryayê 'ilm

bê‌ li nik xelqê me dê kes nake ber garanekê

cahilê echel ku lefza dev bi teqlîdê durist

ew kû dê sahib qedir bit her wekî sehbanekê

kerkesê mûn û keçel dê çîte rava ordekan

teyrekê seydê nema şahîn divê şumqarekê

tazî espê serferazî ê li meydanê bimeş

ling şiqaqe pişt kule pir 'acze j kurtanekê

barigîrê bê esil esla nedî zîn û rikêb

vî demî sahib qutase qaime li meydanekê

rûbeyê penhanê wehm û xewf û tirsa tûleyan

lafizen hala dibê: dê çim riya eslanekê

baziyê tîxûn ji seydê dûre bê çeng û pere

kerkesê xwarin necis çû ser cihê terlanekê

ê di muhtacî sualê bûne paşa vî demî

dewlemendê pir kerem muhtacî nan û avekê

Her rewşenbîrek di bin tesîra nivîskarekî de ye. Hûn jî wek rewşenbîrekî Kurd, di edebiyata klasîk a Kurdî de bêhtir di bin tesîra kî de man, kîjan nivîskarê Kurd zêde tesir li we kir, we ji kîjanî zêde hezkir û çima?

Her nivîskarekê min nivîsînên wî xwendin bi rengekî tesîr li min kiriye lê kesê ji hemiyan pitir kar li min kirî Melayê Cizîriye û herdem ez wî wek seydayê xwe dinasim. Her çende dibe di gelek hizr û bîrên xwe de ez digel wî de nebim jî û yekemîn kitêba kurdî ya min xwendî (demê ez hê şazde hevde salî) Dîwana Melayê Cizîrî bû û bi rastî ev dîwane bû berê min daye nivîsîna bi zimanê kurdî. Ji ber ku heta wê demê min her bi 'erebî dixwend û dinivîsî. Bi hizra min mumkun nîne şa'irekî wekî Cizîrî di edebiyata kurdan de dubare bibe.

Pirtûkeke cenabê te ya binavê ‘Jin li ber sîbera Îslamê” heye. Gelo rewşa jinên kurd a li ber sîbera edebiyatê çawa ye?

Jina kurd wek jêder û çavkaniya îlhamê bo şa'iran bi rengekî berfireh di edebiyata me de  amadeye û gelek şa'ir û edîbên me yên mezin nedibûn eger (jinek) di pişt wan re neba. Çi em wan jinan binasîn yan ne. Şa'irên kurd her yekî li dûv hizr û bîr û dîtina xwe berê xwe daye jinê lê bi rengekî giştî wan ew wek jêderê ciwanî û delalî û nazikiyê dîtiye (û bi hizra min jinê ev çende ji her tiştekî dî zêdetir divê!) û hindek şa'irên dî jin wek remz dîtiye da îşaretê pê bidine bîr û boçûnên bilind û mezin wekî 'işqa heqîqî.. Belê tiştê berçav û cihê mixabiniyê ew e: jinê wek edîb û şa'ir cihê xwe di edebiyata me ya kilasîk de nedîtiye. Ya girîngtir ji wê ku em bizanin kanê edîbên mêr çawa jin dîtiye em bizanîn kanê jinê çawa xwe dîtiye û çawa xwe nîşanî me daye û ev mixabin delîveyeke vala ye di edebiyata kurdî de û mexseda min pê edebiyata kilasîk e.

Em dizanin ku edebiyat mijarên xwe ji şert û mercên jiyana rojane digire. Li gorî we, rewşa Kurdan ya îro, di edebiyata kurdan de rengvedaneke çawa dike?

Dema rewşa kurdan li cihekî baş dibe ji alîyê aborî û siyasî û civakî ve rewşenbîriya xelkê û edebiyat pêşve diçe. Dema azadî li cihekî cêgîr dibe; azadiya gotinê, azadiya ragihandinê, azadiya çap û weşandinê gelek tiştên veşartî û negotî ji tirsê,têne aşkerakirin û gotin. Piştî vê ew kesê edebiyatê dinivîse di jîngehekê de dijî û ew jîngeh ji hemî alîyan ve karî li wî dike. Nivîsîna edebiyata me îro bi pitir ji elfabayekê cudabûna nivîseran di hizr û bîr û berêxwedanên çep û rast de azirandina mijarên îro li meydanê digerin, ev e hemî ji rengvedana jiyana me ya rojane ye û her edebiyateke biyanî be ji wê axê ya ew li ser dijî dê edebiyateke xeyalî be û egerên manê di nav da nabin.  

Li dibistan û zankoyên başûrê Kurdistanê di derbarê ziman û edebiyata Kurdî de  xebatên çawa têne meşandin?

Ji ber ku milletê me gelek gîro maye em hez dikin di hemî alîyan de pêngavên zû û mezin bavêjîn. Belê divê ji bîr nekin ku hemî deman şiyan û viyan pêkve naçin. Viyanên me gelek in û di meznin û şiyanên me bi gelek qeydan dituxûbdayne, li ser vî binaxeyî ez dibêjim: Daxwazên me (wek edîb û rewşenbîr) li Başûr gelek pitir û mezintirin ji wê xebata em ji xwendingeh û zanîngehên xwe dibînîn. Pêngav hêdî hêdî û hindek caran bi lawazî û belkî bi xeletî jî têne avêtin. Lê ya girîng ew e em karwanî bidine rê, pêngava yekê bavêjîn û ev çende zankoyên me kiriye û ya dî bi hêviya Xwedê ve. ‌

Şîret û nesîhetên we ji bo xwendevanên Kurd çi ne?

Gazindeya nivîserên kurd ji zemanê Ehmedê Xanî were her ew bûye nivîsînên wan di bazara rewşenbîran de, çu bihayê xwe nine. Ji ber ku ew bi kurdî ne, ye'nî: ji ber ku ew kurdî ne xas û 'amên milletî lê nazvirin û tu giringiyê pê nadin û nivîsîn eger çend ya bi hêz be eger neyê xwendin çu bihayê wê nabe. Lew şîreta min herdem bo xwendevanê kurd ew e girîngiyê bide xwendina nivîsînên kurdî, bixwîne, têbigihêje, rexne bike, bazara kitêba kurdî germ bike, ji alîyê maddî û me'newî ve bibe piştevan bo nivîserên kurd da gotina dujminan derew derkeve ya ku dibêjin: kurd bi xwe zimanê kurdî nevên.. Bila em şermê ji zimanê xwe nekin û wî kêmtir nebînîn ji zimanê xelkê dî. Ev gotina min hindê nagihîne ku divê em zimanên dî nezanin û nexwînîn. Nexêr! hindî mirov zimanekê zêdetir bizane rewşenbîriya mirovî jî dê timamtir be.

Yê xwe nenase xelkî jî nanase, belkî Xwedayê xwe jî nanase. Xwedê harîkarê me hemiyan be.

Mamoste ji bo te dema xwe ji me re veqetand em spasiya te dikin. Xwedê ji te razî be.    

 

 

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Bu yazıya henüz yorum eklenmemiştir.
Yazarın Diğer Yazıları
    Tüm Hakları Saklıdır © 2012 Öze Dönüş | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
    Tel : Van Öze Dönüş Der Tlf: 432 212 10 18 | Haber Scripti: CM Bilişim