Bêguman ev dinyaye fani ye, em ji bo demekê hatinê vê dinê û gava ku wextê me tijî bo emê biçine diyarê ebediyetê. Roja xelat û celatê li hêviya me ye, heke em evdek baş û salih bin her weha eşq û evîniya me ya herî mezin jî li hêviya me ye… Gel cemalê Xwedê Teala -ku bi çi tiştî nayê mukayese kirin- hemû pêxember, hemû mirovên salih, siddîk, şehîd û qenc li wê derê ne; ew jî hêviya me ne.
Lê balkeşê însan gelek zû bîr dike! Axret ji bîra mirov derdikeve, însan di nav pirsgirêkên rojane, nav teşqeleyên dinyayê winda (berze) dibe. Bi taybetî dema me da însan ji bo vê dinyayê gelek dixebite, sazûmana aborî însana di nav şol (xebatê) dide pûç kirin. Temîn kirina rizqê dinyayê bûye yekemîn û tek mesele, endîşeyek mezin di vê derbarêde heye…
Rojê, gel razanê 23 (hinde kesan 24 ) saetên wa bo vê dinyayê diçe, bi tiştên vala derbas dikin wextê xwe. Xwendin, îbadet, hîdayeta xwe û ya însana xweş xweş nayê aqlê wa. Di nav jin û mêran de xwe delal kirin û pêşkêş kirin gelek di rewacêda ye; wê demê aqlê însana li ser zayendê (cinsiyetê) dimîne. Însan bi aql û zanebûn, bi delalî û kûrahiya dil, bi esl û neseb li hev nanêrin; tenê bi delaliya fîzîkî (leşî, gewdeyî) li hevdinêrin.
Ji bo ku em ji vê dinyayê zêdetir qedr û qiymet bidene axretê Qur’an me hişyar dike;
“Gelî milletê min! Qet guman tune ye ku ev jiyana dinyayê tenê menfaatek demkiye lê belê axret mala lêmayînê ye.” (Mu’mîn-40)
Heke mirov li ser bifikire hebûna mirinê jî evê rastiyê gelek eşkere datîne meydanê û hema hema bêje hemû însan jî evê rastiyê dibînin û piranî jî evê qebûl dikin.
Baweriya mu’mîna ya derheqê axretê da tam e û esehi ye (bêguman e), Qur’an di ayetada behsa vê mijarê dike;
“…Bi axretê ji ew in, yên qewî (esehî, bêguman) bawerî tînin.”(Beqere-4)
“Ew ên ku nimêjê dikin, zekatê didin û ji qinyata dilên xwe (mutleq) baweriyê bi axretê tînin.” (Loqman-4)
Bi kûrahiya baweriya Xwedê, hêdî mu’mîn wusa bawerî bi axretê tîne ku jiyana wî li ser wê hişê ava dibe. Ev bawerî wî ji tiştên guneh û xirab dûr dixe, her dem tiştên xêr û baş dike û ew jî dibe ferqa wî û mirovê baweriya wî bo axretê kem ê.
Bi riya baweriya axretê mirov nabe muptelayê dinyayê, nabe maddeperest, nabe bendeyê mal û milk, pare û jin ê. Ji evditiya Xwedê zewq û kêf hildigire, ber bi riya însanê kamil bûyînê bêrawestan rêve diçe.
Rastî mirov hinde cara dibêje xwe, ‘hema temamî dest ji vê dinyayê berde, bi be aşiqek û bikeve çol û çiyan…’ Lê ayeta Xwedê dengeyê nîşa mirov dide;
“Di wan tiştan de ku Xweda ew dayî te, li wargeha axretê bigere (bixwaze). Lê para xwe (nesîbê xwe) jî ji dinyayê bîr neke. Çawa Xweda ji te re qencî kiriye, tu jî (ji însanan re) qenciyê bike. Li ser rûyê erdê xerabiyê nexwaze. Bêguman Xweda ji xerabkaran hez nake.”(Kasas 77)
Anku divê mirov li vê dinyayê jî nesîbê xwe bigere û qenciyê li însanan biketin. Jiyanek ruhbanî, ji însanan dûr, dijî pirsgirêkên mirova bê eleqedar nayê pejirandin. Ev ne forma jiyana mirovê mu’mîne yê ku bo însanan numûne ye.
Armanca baweriya axretê jî ewe ku baweriya mirov ya bo Xwedê zêde bi bît; eynî wekî rêkirina pirtûkên pîroz û pêxembera. Dua û hêvî dikim ku baweriya me bi her alî ve zêde bîtin, baweriya me, me ji xefletê û ataletê dûr bêxîtin. Coş û heyecanekê bidete me da em xwe û dor aliyê xwe ber bi ronahiya Îslamê ve biben. Bêrawestan bixebitin, bixwînin û binivîsin û bidene xwendin…
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.