Abdurrahim Orhan

Abdurrahim Orhan

MIROV û CIVAKA PÎROZ û QUR’ANA PÎROZ

Qur’an, Furqan, Mushef, Pirtûka Pîroz…

Ji bo mirov û civaka pîroz, Qur’an xwedî giringiyek bêhempa ye! Ev kitêba ha, di heqê wê de tu guman tune ye; ji mutteqiyan re (ku xwe ji gunehan diparêzin) rêber e.

Bê hejmar hemd û sena bo Rebbê alemê be ku Qur’ana ezîm bo me rêkiriye. Em ji taritiyê derxistîne û ber bi ronahiyê ve biriye.

Qur’an nameyek taybet e ji xalikê erd û esmanan bo me (te) hatiye rêkirin. Çi şeref û rûmeteke bilind e ji bo me. Xweda em wek muhatap qebûl kirîne, hem me îmtîhan dike hem jî bersivên îmtîhanê jî bo me rêkiriye.

Ma dibe însan vê nameya “jêderka delaliya eşq û evîniyê” (mebest Allah) meraq neket û nexwînît. Bi vê kitêbê Resûlê Xwedê, pêxemberê hêja, seydayê me Muhemmed (s.x.l.) civaka xwe nav taritiya kûr derxist. Ayet bi ayet ew civak neqiş kir. Piştî çuyîna xwe jî hişyarî da me û hemû însanetiyê û wiha got: “Min ji we ra du êmanet hêlan yek Qur’an yek jî sunneta min…”

Dîsa hizra me dikir û nesîhet li me dikir. Riya xilasî û serfirazbûna me nîşa me dida… Ev ayeta henê jî qedr û qiymeta wê emaneta bo me hêlayî nîşa didet : Heke me (wekî we eql û fikir bidaya çiyayekî û) ev Qur’an ji bo çiyayekî bianiya xwarê, mîsoger e ku te dê ew bidîta ku wa ye ji tirsa xwedê stûxwar û parçe parçe bûye. Em van numûneyan ji mirovan re eşkere dikin da ku bifikirin.

Mirov û civaka pîroz, divê hay ji vî emaneti hebîn. Divê ew (em) jî weke dema pêxember (s.x.l.) Qur’anê ji xwe ra nazîl biken. Li gor wê, jiyana xwe û ya civakê înşa biken. Tefsîrek bê navber bidomînin. Feyz û bereketa Qur’anê bêxine nav jiyanê. Mirovan bi vê Qur’anê hişyar biken, bi mînakên wê ve gazî riya heq biken…

Wan kesên ku ditirsin li bal Xweda kom bibin, bi wê (Qur’anê) bitirsîne û ji wan re ji bilî Xweda ne dostek heye ne jî kesek ku bo wan daxwaziya bexşkeriyê bike. Hêvî heye ew xwe biparêzin. (En’am 51)

Sond be ku me, di vê Qur’anê de ji bo mirovan her texlît numûne eşkere kiriye. Heke tu ji wan re mûcîzeyekê jî bînî, ji wan mirovan ew kesên ku kafir bûne misoger dê wiha bibêjin: Hûn, tenê pûçiyê tînin. (Rom 58)

Qur’an ji civaka pêxember ra erebî hatiye lê divê her civak bi zimanê xwe bixwîne da ku têbigehe. Heke pêxember (s.x.l.) di civakek dî jiyaba Qur’an dê zimanê wê civakê bihata. Ji xwe her pêxemberekî bi zimanê civaka xwe ew hişyar kirîne, gazî Îslamê kirîne… Ne bi zimanekî ku ew tênegehin û yê biyanî be!

Divê mirov û civaka pîroz jî zimanê xwe Qur’anê bixwîne û têbigehe û heke îmkan hebît erebî jî hîn bibe û ser da erebî jî bixwîne. Me’neya Qur’anê ji lefzê wê yê erebî girîngtir û lazimtir e. Ji ber ku ew bo hemû însaniyetê wek nesîhetekê ye…

Xortên me divê meal û tefsîran destê xwe neêxin, malên me divê şev û roj bi xwendina Qur’anê û tefsîrkirina wê geş û ronî bibin. Divê Qur’an goşê jori yê mala hilavastî (sekinî) nemîne! Nav refên dolaba toz negire.

Ew ji bo li ser sond xwarinê nehatiyê rekirin û her weha ew pirtûkek tijî tê da sir û ya nepenî heyî nîn e. Ew ji bo ser zîyareta xwendinê nehatiyê rêkirin ku mirî merhemet bibînin. Wextê ew mirî hêj sax bûn Qur’anê riya merhemet û xilasbûyînê nîşa wan dida. Lê mixabin gelek kes lê nanêrin.

Nameya (mektûba) Rebbê aleman ji bo wan rêkirî naxwînin. Qewlik û meseleyên bihîstî hemûyan wek Qur’anê bi nav dikin…

Gelek balkêşe ku di Qur’anê da wextê behsa Qur’anê tê kirin, gelek ciha Xwedê teala behsa eqil kirinê, fikirîn û tefekkurê dike. Ma ji wan kesê, ev soz e (Qur’an) nefikirî dibêje Xwedê teala.

Xwedê me ji wan kesa biketin yên, wek mirov û civatek pîroz nesîbê xwe ji Qur’anê bistînît, xwedî emanête giran derkevît, însaniyetê ji vî emanetê giran buha xeberdar biketin. Bi pratîka xwe ve wê temsiliyetê biketin da ku mirov û civakên biyanî bi xwe meraq biken gelo ew çiye va însana weha delal û rind dike…

Di dawiya nivîsa xwe da, em ayetek ku di sureya Qemerda çar ciha da derbas dibe biden û xatirê xwe ji we bixwazin;

Sond be ku me Qur’an ji bo şîretgirtinê hêsan kiriye. Ma kesekî ku bifikire û şîret bigire tune ye? (Qemer 17)

Sond be ku me Qur’an ji bo şîretgirtinê hêsan kiriye. Ma kesekî ku bifikire û şîret bigire tune ye? (Qemer 22)

Sond be ku me Qur’an ji bo şîretgirtinê hêsan kiriye. Ma kesekî ku bifikire û şîret bigire tune ye?(Qemer 32)

Sond be ku me Qur’an ji bo şîretgirtinê hêsan kiriye. Ma kesekî ku bifikire û şîret bigire tune ye? (Qemer 40)

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Abdurrahim Orhan Arşivi

MUMÎN, BAWERMEND

11/04/2015 21:08

İlim ve Hikmet Şehri

26/06/2014 00:21

DUA

25/05/2014 00:20