Abdurrahim Orhan

Abdurrahim Orhan

MUMÎN, BAWERMEND

 

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm

Me di nivîsa xwe ya berî vê li ser mirov (însan) xeberda û bira bûna hemû însana nîqaş kir. Evê nivîsê jî înşallah emê behsa mirovê bawermend (mumîn) biken...

Bi xwe însan bûyîn lutf û keremek bêhempaye! Xwedê Teala firsend da me û em wek însan afirandin(xuluqandin). Ser vê ra mumîn bûyîn nûrûn ala nûr e. Gelo çima?

Raste însan eşrefî mexlûqat e, lê mumîn xwedan dostek wusa ye ku bi wê dostaniyê mirov mest dibe; Xwedê Teala xwe wek dostê mumîna nîşa dide.

Di Quran'êda çend ciha Ellah Teala behsa vê dostaniyê dike. Serî da ji ber vê dostaniyê, ji ber heqîqeta îmanê ferq kirinê û ji ber gelek taybetiyên dî mumîn buyîn rûmetek zêrîn e.

Emê vê nivîsa xwe da hinde taybetî û delaliyên mumîna, hinde hişyarî û nesîhetên li wan tê kirin di Quranê derxînin û bo xwe bikene rêber înş... (Taybetiyên delal yên ji bo însana me behs kirî ji xwe bo mumîna şert e.)

1.Serê hemû tiştî mumîn ew kesin ku dema behsa Xwedê Teala tê kirin dilerizin, diricifin! Wextê ayetên Rebbê Alema tê xwendin baweriya wa zêde dibe... Rîtma dilê wan ev e: Ellah, Ellah...

2.Mumîn pişta xwe dide Xwedê Teala, bi wî bawere, jê pişt rast e. Heke Xwedê hebe dinya hemû tune be ne meseleye. Heke Xwedê li gel wî nebît, dinya hemû pişt wî bît zanît bêfaydeye.

3.Ji bo axretê bê navber dixebite. Teqwa, ixlas, samimiyet û biratî rêhevalên wî yên herî qedir bilind in. Ew hej Xwedê Teala diket, Xwedê Teala jî hej wî...

4.Bi sebr û nimêjê ji Xwedê alikariyê dixwazin. Tenê ji wî ra evditiyê dikin, kesî ji wî ra nakene şirîk...

5.Nîmetên Xwedê dayiyê wan di rêya xêrê da xercdikin û wê bi ser kesî da nakene minet, tenê bo rizaya Xwedê Teala dikin. Karên xêr da dikevin pêşbirkê, da ku zêdetir qenciyê biken.

6.Ruh û can, mal û mulkê wan di riya Xwedê da hatiye feda kirin, hatiye firotin. Nivêj, îbadet, jiyan û mirina wa ji bo razîbûn û hejê kirina Xwedê Teala û nîmetên xweşik yên beheştê ye.

7.Quranê bo xwe dike rêberê hidayet û rehmetê. Bi wê, jiyana xwe ronî dike, tarîtiyê derdikeve ber bi nûrê ve diçe. Şeytan nikare li hember muxlisbûyîna wî bisekine û nikare ji riya rast û heq derbixe.

8.Mumîn ji bo qusur û xeletiya, seri da berî mirovên dî, li xwe dinêre; baldar dibe ku li ser riya rast be, da nede duv (pey) nefsa xwe, hewes û hewaya xwe.

9.Mumîn tenê dikarin bibine birayê mumîna. Mumîn nikare li hember birayê xwe yê mumîn bibe dujmin, nikare xirabiya wî bixwaze, li gel wî sil be... Xeybet, tinaz, piştra xeberdan, fesadî kirin ne hesletê wan e. Bi taybetî jî ne hesletê jinên mumîn...

10.Mumîn tenê li gel mumîna dibe dost, mumînan terk naket û kafir û munafikan ra nabe dost... Li hember birayê xwe yê mumîn mutewazî, muşfîk û nerm e, li hember kafira jî xwedan izzet û şeref e.

11.Jin û mêrên mumîn dost û weliyên hev in. Di riya Xwedê de alikarê hev in. Gelêk emrî bîl ma'ruf û nehyî anîl munker dikin. Anku emrê qenciyê dikin û ji xirabiyê men dikin. Îteta Xwedê Teala û pêxemberê wî, nivêj, zikat û emelê salih; ruh û can e bo jiyana wa. Dost û weliyên hev, dê çawa xirabî û nepakiyê li hev bikin?

12.Wekî Xwedê Teala û melayiketên wî, mumîn jî bo pêxember (s.l.s.) selatan tînin.

13.Dema xeletiyek kir poşman dibe, lê vedigere û tobe dike, hedî cara duyan nakeve wê xeletî, xeta yan jî guneh ê...

14.Mumîn xwe û malbata xwe ji agirê cehnemê dûr dixe, bi hev ra di riya islah, ihya û avakirinê da dimeşin. Mirovên xwe, cînarên xwe, hevalên xwe, milletê xwe û hemû însaniyetê difikire û ji bo hidayeta wan dixebite...

Bi dua û hêviya mumînên baş bûyînê û her weha layiqî dostaniya dostê dostan bûyînê...

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Abdurrahim Orhan Arşivi

İlim ve Hikmet Şehri

26/06/2014 00:21

DUA

25/05/2014 00:20