Abdurrahim Orhan

Abdurrahim Orhan

BER BI KÎDERÊ VE EV ÇÛYÎN?

Pêxemberê me Muhemmed (silava Xwedê li ser bît), hêj berî pêxemberiyê dikeve nav fikr û ramanan û ji bo qencî û xweşiya mirova rê û rêbazan digere û hetake kar û xebatan jî dike. Wek mînaka Hilfûl Fidûl ê.

Piştî pêxemberiyê jî nezîkî deh salan li Mekkeyê xwe û mumîna perwerde dike. Ji bo qahîm bûyîna baweriya (îmana) wan, ji bo zêdekirina sebr û sebatan wan dixebite. Misilmana aliyê ruhî ve terbiye dike, nexweşiyên wa yên di dil da tedavî dike. Teqwa, hejê kirin, xwe feda kirin û zanebûnê dixe nav û navenda jiyana wan.

Ayetên Quranê jî li gor vê konseptê tên. Xwedê Teala rê nîşa Resûlê Xwedê û cemaata Misilman di de. Barê teblîxê, de’wa Îslamê, wesîle bûyîna hidayeta însana ne karekî hêsan e. Ji ber hinde berî destpêkirina vî karî amadekariyên girîng hewce ne. (lazim in) Civaka Misilman jî bênavber û bi avayek micid (cîddî) van amadekariyan dike û xwe pêşve dibe.

Piştî vê terbiyeya ruhî li Medîneyê civaka Misilman derdikeve holê û dibe aktorek di civakê da. Hem di nava xwe da hem jî li gel kom û civakên dî xwedî hiqûq e. Hindî ku mecbûr nemîne şer çinîne di jiyana wan de. Riya aştiyê hebît şer nayê te tercîh kirin. Ji ber ku bineheqî kuştina mirovekî wek kuştina hemû mirovahiyê ye.

Her weha xilas kirina mirovekî jî wekî xilas kirina hemû mirovahiyê ye. Ev xususa duyemîn zêde nayê dîtin û nayête ziman. Lê bele gelek mihum e! Dîsa hedîsa ku dibêje: “Bi destê we ve mirovek bigehîte hîdayetê, xêrtire ji bo we ku hindî tiştên heyî yên tav li wan dide bi be yê we.”

Ankû mirov dilê însana hilgire, wan bîne ser riya heqiyê ya delal û pak bi çi qîmetêk dunyayê nayête qiyas kirin. Bêguman bi vî avayî mirov dikare şoreşan pêk bîne, guhorînên mezin û binecih çêbike.

Em îro dibînin ku hinde kom û firqeyên nik dilê xwe ‘ser riya Îslamê ne’ derketîne ku ji bilî îfsad û xirabiyê qet çi tiştî nadene însana û hedî tim bûyîne navendên xirabî û nepakiyê. Însana bi avayên hov qetil dikin, şerek qirêj û bêhiqûq haşa li ser navê cîhadê dimeşînin. Ne jin, ne zarok û pîr, ne jî însanên bêguneh û mezlûm; bê ferq û cudahî hemûyan qetl dikin. Namûsa Misilmana binpê dikin, jinên Misilman wek cariye û fahişeyan bikartînin. Perestgehên (mescîdên) pîroz yên mezheb û olên cuda tên bombe kirin û xirab kirin…

Ma mirov bi vî avayî Îslamê temsîl dike û însana gazî dînê mûbîn dike? Ev riyê ji bilî zirarê çi faydeyê nadete Misilmana û Îslam ê. Piştî bûyerên vî şiklî hem di nav civakên Misilman hem jî nav civakên dî da piştgiriya Îslamê kêm dibe. Mirov ji dînê Îslamê dûr dikevin, navê Îslamê  tê qirêj kirin.

Bêgûman tiliya dewletên dijberî Îslamê di nav van şolan (karan) de heyê lê mirov nikare tenê wan sûcdar bike. Ji ber ku gelek Misilmanên cahil û nezan dibin dildarê vê riyê û li ser navê cîhadê diçine evi şerê qirêj. Hetta ke hinde kom û cemaatên Misilman xortên Kurd dixapînin û rêtkene (dişîne) vî şerê pîs. Mixabin ku serî da hemberî Kurdên ku Milletê herî zêde girêdayî dînê Îslamêye dikevin nava şer û qetlîamê da.

Ji ber hindê sed hezaran Kurd, Ereb û milletên dî însan penaber û muhacir bûyîne. Warê xwe hêlane, jin, zar, kal û pîr ketîne çola. Li çiyayê Şengalê zarokên Kurd wek Huseyîn bê av man û hatin qetil kirin ji aliyê Yezîdên sedsala me. Hariciyên hevdem (çaxdaş) Kurdên binxetê existine çola û kirine Muhacir.

 

Xwedê ji wan Ensaran razî bît ku destê van birayên xwe yên muhacir digirin. Di serî da kom û cemaatên Kurd paşî jî yên Tirk, Ereb û Faris yên ku hemberî vê zulmê wek şeytanên bê ezman disekinin bila baş bizanin ku Xwedê ji ber vê hereketa wan dê ezabek mezin li wan biketin.

Zalim dema ji nav me derketibin em bêdeng bisekinin û mezlûm (hem jî ji me) hebît û em pişta wî negerin çi qîmeta me li nik Xwedê heye!

Gelo ber bi kîderê ve ev çûyîn?

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Abdurrahim Orhan Arşivi

MUMÎN, BAWERMEND

11/04/2015 21:08

İlim ve Hikmet Şehri

26/06/2014 00:21

DUA

25/05/2014 00:20