Abdurrahim Orhan

Abdurrahim Orhan

Ewwel birqî ji husnê Sermed, Nûrek bûye me’niya Muhammed*

Metna orjînal                                                  Bi Kurdiya îro

Ew pencereya cemalê Barî                          Taqek bû Xwedê tê de xuya bû

Şemsa feleka dilê di tarî                               Rojek di dilên tarî de rabû

Gava kete sûretê cîhanî                               Gava ku Xwedê şand bo mirovan

Pêxemberê axiru’z-zemanî                          Ew pêxemberê dawiya zeman

Wî berzexê mumkînat û wacîb                    Pira navbera Xwedê û însanan

Wî padîşahê li şiklê hacîb.                             Ew padîşah e mîna dergevan

Mensuxî kirin wî dîn û millet                        Wî betal kirin tev dewlet û dîn

Me’lumî kirin ‘elîl û ‘illet                                Wî derman kirin her cûre birîn

Fikrî ku cîhan cemî’i kufr e                            Dît li cîhanê bûye gawirî

Kêşa ji nubuwweta xwe sifre                        Raxist xalîçeya pêxemberî

Xelqê ku hebûn li cumle erdan                     Her çî mirovên hebûn li cîhan

Teklîfî kirin hemî bi merdan                          Dawet kirin da bibin misilman

Hizar û çar sed sal berê ji bo tarîtiya li ser rûyê erdê kêm bibe û cîhan bi ronahiya Îslamê ronî bibe Xwedê Teala pêxemberê xwe; Hezretî Muhammed -silava Xwedê li ser be- rêkir cîhanê. Wî însaniyet di nav birsîtî û têhnitiya heq û heqîqetê da xilas kirin. Bi nîmetê nubuwwetê, bi Qur’an û baweriya Xwedê, bi şerefa tenê evditiya wî kirinê dermanekî heta qiyametê feyde dide da însana…

Xaqan bixwe hindûyê kemîn bû                   Fexfûr û Xakan herdu xundekar

Fexfûrî ji xwanî kaseçîn bû                            Li ser sifra wî bûne xizmetkar

Qeyser bi qusûriya xwe qasir                        Qeyserê bi qisûr û kêmanî

Hazir giriya bi ‘eynê basir                               Giriya dema dît misilmanî

Şahê ‘Erebî ‘elem ku rakir                              Dema pêxember ala li ba kir

Kîsrayê ‘Ecem eceb du ta kir                          Kisrayê ecem ewî duta kir

Rom û Hebeş û Fireng û Tatar                       Rûm û hebeş û firing û teter

Herçî ku nekir bi dînî îqrar                              Her çî ku bi dîn nebûne bawer

Naçarî gelek bi şîr fena bûn                            Ji neçarî pir kuştin ji ewan

Hetta ku hinek bi dîn teba bûn                       Heta ku hinek bûne misilman

Pûtxane bi agirî dişuştin                                   Perestgehên pûtan şewitandin

Ateşgede cumlekî vekuştin                              Malên agiran tev vemirandin

Ey Resûl! Îro dîsa pût rabûne ser piya. Ji bilî Xwede însan bi pere, mal û milk, jin û tiştên dî ra evditiyê dikin. Buna muptelayê dinyayê. Hêzên tarî yên dinyayê fitne û fesadê li ser darê dinyayê belav dikin. Her der bûye gola xwînê. Serok û rêberên vî zemanî yên Xakan û Qeyserên modern in însaniyetê ber bi qiyametê ve dibin û helak dikin…

Gava ewî dîn kir aşikara                                     Dema ku ewî dînê xwe danî

Dawudî, Sibtî û Nesara                                       Cihû û xaçhebînên nesranî

Tewratî ewan ji bîr kir ekser                              Çûn ji bîra wan Încîl û Tewrat

Încîl û Zebûrî çûn ji ezber                                   Ji hişê wan çûn Zebûr û ayat

Îsayî dema dixwende Încîl                                  Îsayê Mesîh di Încîlê da

Behsa wî dikir bi wehy û tenzîl                          Behsa wî dikir bi emrê Xweda

Go: “Mujde didim Resûlê Emced”                     Digot: ez didim mizgîn û mujde

Dê paşê mi bê bi navê Ehmed                            Pêxemberek tê bi nav Ehmed e

De’wa xwe dikir bi dest û ezman                        Doza xwe dike dest û ziman

Destê wî bi seyf û dev bi Qur’an                         Di destan de şûr, di dev de Qur’an

Xweşxilqet e, hem resul e hem mîr                    Lihevhatî ye mîr û pêxember

Pirhîkmet e, hem kîtab e hem şîr                        Doza xwe dike bi zanîn û şer

Naxwende sebeq muderrîsê ‘am                        Nexwendî, mamosteyê hemiyan

Bê mal û menal e, sahib în’am                            Bê milk û mal e serwerê giyan

Bê xeyl û xeşem, bi xwe cîhangîr                        Bê hesp û xulam tenê cîhan girt

Bê tebl û ‘elem cîhan sedagîr                              Bê leşker navê wî cîhan dagirt

Herçî te didî meger her ew bû                             Piştek û piştegirên wî nebûn

Leşker ji cunudê “lew terew” bû                         Lê leşkerên wî her firîşte bûn

Xwezî me îro temsîliyeta te bi heq cihanîba da em bo Cihû û Nesraniyan, agirperest û ateîstan bibana neynika Riya Xwedê Teala, dînê Îslamê. Me jî wekî te doza Îslamê girtiba, ji bo xilas bûyîna însana, hîdayeta wan girîban. Destê me da şûrê edaletê û devê me da Qur’an (ilm û hikmet) em di cîhanê da navdar biban. Belkî wê demê melaîketan (firîşteyan) pişta me girtiba…

….

Yek new’i nema ji cînsê heywan                               Qet kesek nema bi pêxemberî

Neyna bi nubuwweta wî îman                                  Ji canîweran nanî bawerî

Îlla ku hinek ji îbnê Adem                                          Tenê beşek mirovên gawir

Bûn derdûxê atêşê cehennem                                  Bûne layiqê dojeh û agir

Elqisse di erd û asîmanan                                           Bi kurtî di erd û ezmanen de

Hasil di cemî’ê îns û canan                                          Di nav hemî mirov û cinan de

Nînin bi şerefata wî tiştek                                           Bi qedr û rûmeta wî kes nîne

Nabit ji wî zêdetir me piştek                                       Me pişt ji ewî bêtir nedîne

Ev bêmededê di ummeta xwe                                    Wî ummeta xwey reben û bêçar

Mumtazî kirin bi hîmmeta xwe                                   Bijartin bi hêza xwey nediyar

Wer’a wî we reng dîn qewî kir                                    Xwedêperestiya wî dîn xurt kir

Şer’a wî sîrati mustewî kir                                            Dînê wî rê rast û hem durust kir

‘Alim hemî şibhê embiya ne                                         Zana hemî wek pêxemberan in

‘Abid hemî pêkve ewliya ne                                         Xwedaperest jî dostên Xwedan in

Ferdek ji sehabeê di kubbar                                         Yek ji mezinên wan sehabiyan

Pansed ji dîlawere di kuffar                                          pêncsed ji lehengên gawiran

Ew cumle digel yekê seraser                                        Wê, ku rojekê himber hev bûna

Nedbûn bi mehabetê beraber                                     Sehabî zora wan biribûna

Xelkê heye şubheyek di dînî                                         Hinek bi guman bin ji vî dînî

Behsê bi cedel biket ji dînî                                            Behsa dîn bikin lê ew ji dînî

Qur’an û xeber çi mu’cîzat in!                                      Qur’an û hedîs her mûcîze ne

Ayet û suwer çi beyyînat in!                                         Ayet û sûret çi xweş belge ne

Bûbekr û Umer çi xweş qêrîn in!                                 Bûbekr û Umer çi xweş birak in

‘Usman û ‘Elî ‘eceb guzîn in!                                         ‘Elî û ‘Usman du dostê pak in

Ey padîşahê bilindpaye!                                                 Ey şahê bilind yê qedirgiran

Xurşîdê feleknîşîn û saye!                                              Ey sîtav û ey roja li ezman

Ne’tê te bi ‘îlmê min muhal e                                        Pesnê te ji zanînam zêde ye

Meddahi ji bo te Zulcelal e                                             Xwedê bi xwe pesinkarê te ye

Ez dê çibibêjim ey şehînşah?                                         Ma dê çi bêjim ey şahê şahan!

Wessafê te ye kelamê Ellah                                           Pesnê te didin gotinên Yezdan

Şaha ji te ra xweş îsm e Yasîn                                        Ey şah ji te re xweşnav e Yasîn

Taha ji te ra tilsim e Tasîn                                              Tilisma te ye ew navê Tasîn

Her ev bes e ey hebîbê muxtar!                                    Her bese bo te ev payedarî

Barî ji te ra bi jî te sond xwar                                         Xwedê ku bi navê te sond xwarî

Sed carî bi jî te ey keremkar                                           Bi jî yê te sond dixum ez sed car

Ger dê me hebin guneh du sed bar                               Eger hebin me guneh du sed bar

Sed mertebe gerçî em xerab în                                      Her çendî ku em zêde xirab in

Emma ji te na umîd-î nabîn                                             Lê tu car ji te bêhêvî nabin

Hetta bigehîte Xaniyê jar                                                 Hetta bigihê vî Xaniyê jar

Napakê pelîd û wacîbunnar                                            Pîs û nepak û hem sezayê ar

Ew jî bi xerabî û seyînî                                                      Çendî ku xirab û wek segan e

De’wa diktin bi ummetînî                                                Dibêje ku ew jî Misilman e

Wî bed ‘emelê wekî kilaban                                            Xweda! vî xirabê mîna seyan

Barî! Bike peyrewê seheban                                           Bike peyrewê wan eshebeyan

Hekê seyda û şêxê mezin (îdolê min) Ehmedê Xanî şahesara xwe ya Mem û Zîn ê, layiqê meht û sena û pesindiriyê te nebînîtin ji xwe divê ez qet xeber nedem. Hevî û daxwaziya min ewe ji Xwedê ku; min û birayên min yên Misilman layiqiya bi ummet bûyîna te ve serfiraz biketin. Da hem xwe hem jî însanên hivya ronahiya Îslamêne xilas biken.

Not: Beşek ji metna orjînal ya Mem û Zîn ê li gel Kurdiya îro ya Jan Dost hatiye dayîn…

*: Peşî ji ciwaniya ebedî nûrek biriqî , Muhammed ji vê xuluqî û me’ne dît

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Abdurrahim Orhan Arşivi

MUMÎN, BAWERMEND

11/04/2015 21:08

İlim ve Hikmet Şehri

26/06/2014 00:21

DUA

25/05/2014 00:20