Ya Rebbî !
Bê hesap şikur, hemd û sena bo te.
Be hesap selat û selam bo pêxemberê te a.s., alê wî, eshabê wî. Bo hemî melaîketa, hemî pêxembera, hemî mirovên salih, hemî mu’mîn û mu’mîneyên di ser riya Îslamêda bît.
Ya Rebbî ! Em şikurdarin ku te em wek însan afirandin, bi dînê Îslamê şeref da me û em kirin Misilman. Te bi nîmetên îman, Qur’an û rîsaletê em bextewar kirin.
Ya Rebbî ! Me herdem li ser vê riya ronahiyê bihêle, yek gavê me neyxe destê nefsa me û şeytanê ne’letî.
Ya Rebbî ! Eşq û evîniya xwe di dilê me da zêde bike. Teqwaya me, hejê kirin û tirsîna me ya hemberî te ji her tiştî giringtîr û zêdetir bike.
Me neke kole û bindestê malê dinyayê, meqam û zengîniyê, jin, mêr û ewladi. Me neke kes û civakên kafir û muşrik, bêbawer û bê aqil. Me neke kesên tênegehiştî, cahil û nezan.
Xwedayê mezin ilim, irfan, exlaqê delal, feraset û besîretê, cisaret û şecaetê bide me. Em tinê ji bo te evditiyê dikin, ji te alikarî dixwazin. Tu me li ser riya rast bigire, riya kesên te nîmet dayîne wa. Pê me li ser riya rast netehisîne ya Rebbî, me ji xezeba xwe û rê derkitinê biparêze.
Ya Rebbî tu hem vê dinyayê hem dinyaya dî xweşî û delalîyê bide me û me ji agirê cehnemê dûr bêxe. Em hej te dikin, tu jî hej me bike ya Rebbî. Em bêhed û bêhesap ji te razîne, tu jî ji me razî be ya Rebbî.
Ya Rebbî tu sebrê bide me, sebatê bide me. Dijî kafir û zalima harikariya me bike Xwedayê mezin, me tinê nehêle. Desthilati, qewet û qudret destê te da ye, malk, milk û dewlemendî ya te ye, tu qadirê her tiştiyî. Tu bi destê me heq, edalet, mureffehî û qenciyê li ser rûyê erdê hakim bike ya Rebbî.
Ya Rebbî em ji te hatîne û emê dîsa vegerine nik te. Heke em xeta yan jî gunehekê biken ewê bide evditiya me, bide nezaniya me. Tu me bibexşîne, tu hej efûkirinê dikî, tu me jî efûbike ya Rebbî. Roja xelat û celatê, wextê defterên me yên hesabê vebûn me nede şermê, guneh û nepakiyên me eşkere neke ey Settar.
Ey Erhemurrarahîmîn, tu nivêj, rojî, dua, zikat, sedeqê û xer û qenciyên dî yen em dikin li dergehê xwe qebûl bike. Bi îxlas û teqwayê berdewamiya van îbadetan heta mirinê bike nesîbê me. Tu nifşê ji me têt, temîz û biexlaq bike; wan jî bike xwedan bawerî û ehlê selatê. Me, malbata me, mirovên me û gelê me bike civakek xêr.
Ey Rebbê hemû aleman, jiyanek li gor Îslamê û teblîxkirina dînê te bike nesîbê me. Di gazîkirina însana ji bo dînê Îslamê harîkariya me bike, dijî zor û zehmetiyan sebr û sebatê bide me. Giranahiya li ser ezmanê me rake, kesê hukmê li dilan dike tu yî, meyla dilê însana bide me da em bi hev ra li gor dîne te bijîn.
Ya Rebbî tu firsendê nede zaliman, di seri de Kurdistan û Filîstînê û hemû deverên zulm û zordarî lê heyî mezlûm û aligirên heqiyê serfiraz û muzaffer bike. Kesên neheq, zulimker û fesadker yan islah bike yan jî bi sîfetê xwe yê Qehhar, qehir bike.
Rojên heq, edalet û azadî lê heyî bi destê me dîyarî însaniyêtê bike ya Rebbî. Rojên herkes wekî xwe tê qebûl kirin, ferq û cudahî wek dewlemendî tê dîtin. Rojên hûsnû zan, qencî, biratî, aşitî lê hakim bûyî, sûî zan, xirabî, şer û pêvçûn lê tuneyî bike nesîp. Bi taybetî jî heremên wek Iraq û Suriyê ku şerê biratiyê lê heye û agir li welatê wan belav bûye avekê li ser wî agiri dake ya Rebbî.
Ya Rebbî Şafî tu yî, tu şîfa û silametiyê bide nexweşan. Ya Rebbî Rezzak tu yî, tu rizk û nîmetê bide feqîr û muhtacan. Vehhab tu yî tu barana nîmetên xwe li ser me bi barîne. Muîz tu yî, tu îzzet û rûmeta me li nik Xwe û nik însana zêde bike. Ewwel, Axir, Zahir û Batin tu yî em teslîmî te dibin ya Rebbî…
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.