Abdurrahim Orhan

Abdurrahim Orhan

BRAHÎM, Ê BI REHM

Brahîm, Abraham yan jî İbrahim. Tu yî pêxemberê hemû bawermenda. Dibêjin babê bi rehm, babê bawermendan, babê gel an…

Xweda tu wek melayê (îmamê) hemû însana binav kirî. Ji ber ku Xweda çi ji te dixwast te bi cih tîna, hetake di riya Xwedê da qurban kirina Îsmaîl jî nebû sedema îsyan kirina te… Tu rast û durist girêdayê dînê Wî bûy, tu henîf bûy. Ji ber hindê Xwedê tu kiriye melayê hemû însana, belê belê ne tenê yê hemû mumîna yê hemû însan a.

Te got ey Xwedayê mezin ji nifşa min jî, melayan derxe; lê Wî got ehdê min na gehîte zaliman! Sed heyf û mixabin heta îro jî bawermend zalim, fasiq û munafiqan ji xwe ra mela, rêber, serok qebûl dikin. Dibêjin zalim be jî îteat şert e, newêrin serî rakin.

Brahîm Xwedê tu lî dinyayê existe nav kesên hilbijartî û axretê jî tu nav kesên qenc da nivîsandî. Gelo çi bû ew tiştê li her du cîhana tu serfiraz kirî, ji kerema xwe me ra jî bêje? Ji bilî Xwedê çi îlah qebul nekirin, ji wîra çi şirîk qebul nekirin, bi riya eqil ayetên wî yên li erd û esmana gerîn, qencî kirin û xwe teslîmî Xwedê kirin, dînê Xwedê ra raste rast girêdayî (tabî) bûyîn, dilnazik û dil nerm bûyîn…

Te dua dikir û di gote Xwedê; “ya Rebbî min jî , kesen dê ji nifşa min bên jî , ji wan kesan bike ewên her gav û li gor hewcehiya wê nivêj dikin! Hizar cara amîn… Ji ber vê Xwedê jî gote me ji meqamê Brahîm da, ji bo xwe cihê nivêjgehê bigirin û ewder wek cihêkî ewlehî lê heyî nîşa da. Kî bikeve wê derê di nav ewlehiyê da ye. Ziyaret kirina wê derê heqê Xwedê ye li ser wî kesê bikare here wê derê… Xwedê got û te jî hem kir hem jî ji nifşê xwe ra wesîyet kir; beyta min ji bo kesên tewaf dikin, yên ketîne îtîqafê, yên rukû û sicde dikin paqij bigirin…

Xiristiyan û cihûyan di got bibin Xiristiyan yan jî cihû da hûn hidayetê bibînin, lê Xwedê gote Muhemed bêje wan em li li pey dînê Brahîmin, ku ew wek mirovek henîf Heqq ra di perest. Em Misilmanên îro çikas henîfin, çikas li pey dîne te û yê Muhemed diçin ew jî pirsek cûda û girane. Hindî ez dibînim piraniya Misilmana jî wekî Xiristiyan û cihûyên hinge nav têgehiştinek xirab da ne, têgehiştana wan ya ne henîf, ne paq û pêşvebir ji wan ra bûye benîşt. Ne xwe pêşve dibin ne jî alemê.

Brahîm kesê di nav însanan ji xwe ra dostekê bibîne weye hej ku dinya hemû ya wî ye. Çi tişt cihê dosta nagire, ew behampane, dost mucewherê herî biha ye. Başe heke dostaniya însanekî weha be gelo dostaniya Xwedê tiştek çawa ye? Rastî aqlê min disekine! Tu Xelîlullahî, anku dostê Xwedê yî. Evê ez nabêjim eve Xwedê bi xwe dibêje; “Ellah Brahîm bo xwe kiribû dost.” Riya evê dostaniya ji her tiştê ser rûyê erd û esmana pîroz tir nîşa me jî daye elhemdulillah; “Xwedê dostê mumina ye!”

“Bi gotina dostê te û dostê hemû mumîna : Beguman Brahîm zehf xwîn nerm û dilsoz bû, kesekî berê xwe dayî Xwedê bû.” (Hud – 75)

“(Ey Muhemed!) Ji wan re serboriya Brahîm bixwîne!

Dema Brahîm ji bavê xwe û komela xwe ra got: Hûn çi diparêzin?

Wan got: em hinek pûtan diparêzin û em jê venaqetin.

(Brahîm) Got: Dema hûn dua dikin ew we dibihîzin?

Yan kar û zerarê didin we?

Gotin:na, me bav û kalên xwe dîtin ku wiha dikirin.

(Brahîm) Got: We dît hûn ji çi re îbadetê dikin.

Hûn û bavên we yên derbasbûyî?

Ew dijminê min in. Lê Xwedayê cîhanê (dostê min e)

Ew e, min xuluqandiye, ew min tîne ser riya rast.

Ew e bi min dide xwarin û vexwarin.

Dema ez nexweş dikevim ew min sax dike.

Ew e, ez bo Wî hêvî dikim roja hesabê (xelatû celatê) xetayên min ji min re bibexşîne.

Xwedayê min! Tu zanyarî bidî min û min tevî qencan bikî!

Di nava kesên dû re tên, bi rindî bibîranînê bikî para min.

Tu min bikî warisê bihişta nîmetên wê pir.

Bavê min jî bibexşîne. Loma ew bêguman ji rêderketiyan bû.

(Roja evdên te) Têne saxkirin, tu min ruswa nekî!

Roja ku mal û zarok fêdeyê nadin

Bi xencî kesê bi dilekî pak derkeve bal Xweda.”

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Abdurrahim Orhan Arşivi

MUMÎN, BAWERMEND

11/04/2015 21:08

İlim ve Hikmet Şehri

26/06/2014 00:21

DUA

25/05/2014 00:20