03 Mayıs 2024
  • İstanbul16°C
  • Ankara15°C
  • Van9°C

EDEBİYATA KLASÎK A KURDÎ

Komelaya xwenasî ya Vanê, vê hefteyê mêhvanê sihbeta me ya şeva eynî nivîskar Xalid Sadinî bu. Birêz Xalid Sadinî li ser “Edebiyata Klasîk A Kurdî” gotarek xweş û dewlement pêşkeşî me kir.

Edebiyata Klasîk A Kurdî

27 Şubat 2016 Cumartesi 11:40

Komelaya xwenasî  ya Vanê, vê hefteyê mêhvanê sihbeta me ya şeva eynî nivîskar Xalid Sadinî bu. Birêz Xalid Sadinî li ser “Edebiyata Klasîk A Kurdî” gotarek xweş û dewlement pêşkeşî me kir. Xuda ‘ilm û qeweta nivîskarên me yên wekî Xalid Sadinî roj bo rojê zêdê biket û daxwaza me ji Xuda ‘Ezze we Celle her ewe ku hejmara wan jî zêde bît.

Edebiyat ji peyva zimanê Erebî ji edeb-ê  derketiye. Edeb tişta nexweyrî meşrû ye.Esasê edebiyatê gotine.

                Nivîsa pêşî ku gihiştiye destê me destana Gilgamiş-e. Ji bilî wan kitêbên pîroz(olî- dînî). Di curên edebiyatê hene:

  1. Edebiyata devkî(şîfahî)
  2. Edebiyata nivîskÎ

Edebiyata Devkî:

  • Stran: Stran di edebiyata Kurdî de cihekî zêde digire. Ji ber ku stran di edebiyata Kurdî de zêdene, em dikarin vê zêdehiya stranan wekî mirovek obezîte nîşan bidin.    
  • Metelok û Gotinên Pêşiyan jî di edebiyata Kurdî de cihekî mezin digirin.

Bilî van çîrok, çîrvanok hwd…. Em dikarin mînakên edebiyata devkî hêj zêde bikin….

 

      Edebiyata Nivîskî:

Edebiyatê de dîvan ji têkiliya çandan û tesewwufê derketiye.  Edebiyata klasîk a kurdî jî em dikarin bêjin ku li ser çar sitûnan avaye. (Gotinên me li ser zaravayê Kurmancî ne. Ne ku li ser zaravayên dîn. Ji ber ku zaravayê Hewramî de berhemên kevintirîn hene. Wek berhemên Baba Tahir Uryan…..)

Ev her çar sitûnên edebiyata klasik a kurdî ev in:

  1. Melayê CizÎrî
  2. Feqiyê Teyran
  3. Mela Huseynê Bateyî
  4. Şêx Ehmedê Xanî

Berhemên Melayê Cizîrî em dikarin danine ber hevdemên wî yên wek Se’dîyê Şîrazî û Hafiz. Berhema wî ji bo Edebiyata Kurdî wek sitûnek ji dîvanê ye.

Feqiyê Teyran jî wek şairê miletî ye û berhemên xwe da nesihetan jî dide.

Mela Huseynê Bateyî, yekem Mevlûda Kurdî nivîsiye û ji bo Kurdî aliyê dînî ve berhemek mihîm derxistiye. Em Kurd daîm mewlûda dixwînin û nezir jî dikin.

Şêx Ehmedê Xanî berhema xwe ya navdar Mem û Zînê de, pêşî behsa êş û elemê miletê Kurd yên dewra xwe diket. Ew êş û elemên Şêx Ehmedê Xanî behs diket, mixabin îro jî hêj nav miletê me da heye. Ehmedê Xanî di bêje: Lazim e miletê Kurd bibît Xudan dewlet. Gava ku Kurd bune xudan dewlet wê gavê dê qîmete qelemê me jî bête zanîn. Sebeb û encamên bêtifaqiya miletê Kurd bi zimanek xweş didet ber çavan û hawara xwe(gilî û gazindên xwe) digehînîte Xuda ‘Ezze we celle….

Di edebiyata Kurdî de helbestên(şi’rên) çar zimanî jî hene. Şêx Ehmedê Xanî bi zimanê Erebî, Farisî, Tirkî û Kurdî helbest nivîsiye…

Bilî van nivîskaran em dikarîn behsa gelek nivîskarên din jî biken. Wek Macîn û hwd.

_dsc0012-001.jpg_dsc0010-001.jpg_dsc0007-006.jpg

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.